Şêxbizinî

Şêxbizinî an şêxbizinkî ji zaravayê eşîra Şêxbizinî ya ku li Anatolyayê û Bakurê Kurdistanê belavbûye re tê gotin. Şêxbizinî di nava xwe de gelekî heterojen e, ji ber ku herêmî gelekî di bin bandora zaravayên kurdî yên din de maye. Dîsa mirov dikare bibêje, di ferhengok û rêzimanê xwe de, ev zaravayeke kurdiya jêrîn/başûrî a ku li Kirmaşan û feylî ve tê axaftin.

Şêxbizinî
Kurdî
Welatên lê tê axaftin Tirkiye
 Îran
 Îraq
HerêmKurdistan
Anatoliya Navîn
Kurdên Pontûsê
Axiverên zimanê zikmakîGiştiyan 2.000.000, 300.000 li Haymenê li cihi tik 1.600.000
Malbata zimanîZimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Dîrok

Ev zaravayê ji kurmancî û soranî bêhtir nêzîkî Kirmaşanî û lekî ye. Şêxbiziniya modern her çiqas di bin bandora kurmancî de mabe jî, him etîmolojiya ferhengoka wê him jî tewanga wê bernîşaniya kokeke di kurdiya başûr de ne. Di aliyê ferhengokê de hin karakterîstîkên kurdiya başûr di vê zaravayê de têne naskirin.

ŞêxbizinîKurdiya başûrKurdiya navendîKurmancî
elistinEłsan, Hełsanhe(ł)stanrabûn
nîştinnîştindanîştinrûniştin
vayînwayînrakirdinrevîn
çêwçew/çemçawçav
dalikdałigdayikdayik
emrûemrûhermêhirmî
kemçikkemçigkewçikkevçî
siwîlsêwiłsimêłsimbêl
firêfirezorpirr, gelek

Lewendî[1] lîsteyeke 60 peyvên basît ji zaravayê Şêxbizinî ligel serzaravayên kurdî yên din ve çêkiriye. Di vê lîsteyê de 60 peyvên Şêxbizinî bi beranberên xwe yên ji Kurmancî, Soranî, Feylî, Dimilî û Hewramî têne berhevdan. Frekansa wanan ya wekhevî û dirûvtiya mezin bi peyvên Şêxbizinî re ev e.

Zaravadirûvtî/wekhevîsedî
Feylî2846%
Soranî2338%
Kurmancî1423%
Hewramî1321%
Dimilî1220%
Qet yek na23%

Bi taybetî li hin herêmên Bakurê Kurdistanê kûrayiya tesîra kurmancî tê xuyandin. Herwuha di şêxbizinî ya ku li hin navçeyên Amed (Licê û Rezik) û Îdirê tê axavtin cînavkên şexsî ji kurmancî hatine girtin.[2]

Şêxbiziniya Amed û ÎdîrêŞêxbiziniya HaymanaKurdiya navendîKurmancî
E meşî mal (Îdir), e meşû hanî (Lîcê)Min diçim malMin deçim małEz diçim mal
Min got-Min wit-Min wit-Min got-

Alfabeya şêxbizinî

Mehmûd Lewendî di sala 1997'an de di kovara Bîrnebûn ji bo zaravayê şêxbizinî alfabeyeke kurdî ya taybet ji bo nivisandina vê zaravayê liberxist. Gorî Lewendî di zaravayê Şêxbizinî de 34 deng hene, ji wanan 24 bêdeng 10 heb jî dengdar in.[1]

Alfabeya
Şêxbizinî
Mînak
A, aaw, arig
B, bboro, bîst
C, ccayin, cacik
Ç, ççî, çwar
D, ddê, döt
E, eew, elistin
Ê, êkê, mêwan
F, ffirê, heft
G, ggüh, girîn
H, hhak, heşta
I, iiznaq, qiç
Î, îîde, îme
J, jjin, jê
K,kko, kirdin
M, mmin, mayîn
N, nnöh, nîmerû
O, ook, oxistin
Ö, ödöt, qöl
P, ppes, pal
Q, qqe, qul
R, rrûj, rindî
S, sseg, sî
Ş, şşeş, şîrîn
T, ttik, tîj
V, vvariş, verg
U, ugup, kur
Û, ûgûşt, xûrt
Ü, ügüy, rüy (telefûza wê nêzî "ü"ya Tirkî ye)
W, wwe, wîş
X, xxwer, xanig
X, xTelefûza wê nezîkî "xeyn"a Erebî ye. xardan orax
Y, yyek, ray
Z, zzend

Rêziman

Cînav

Cînavên şexsî (zamîrê şexsî) yên Şêxbiziniya Haymanayê ev in:

CînavCînavên klîtîkî
Min-im/-m/-em
-it/-t/-et
Ewî-y/-î
Îme-man
Îwe-tan
Ewane-yan

Tewanga navdêran

Di Şêxbizinî de navdêr di du kategoriyên jimarî de têne tewandin: pêşbendikên jimarî -î û -gel in. Di pirrjimarê de yek caran -yel an jî -el tê bikaranîn heke ku k û g werin ba hev dibin -el: Mînak verk (berx) di pirrjimarê de dibin verkel, ji ber ku k û gel bihevre dihelin û dibin verk + gel = verkel.

ŞêxbizinîKurmancî
jingeljin (...jinan)
teyrgelteyr (...teyran)
guranigelstran, goranî (...goraniyan)

Di tewanga navdêran de şêxbizinî çar paşbendikên cûda nas dike. Belê paşbendkirina navdêran ne gorî zeyandiyên wan e, mîna di kurmancî û dimilî de. Paşbendikên tewanga navdêran (ezafe) ev in: -î, -ê, -a û -y.

ŞêxbizinîKurmancî
pirçî serimpirça serê min
dengî pêkêdengê pakî
mêrdê gewremêrê mezin
xwara tawistanêtava havînê
jinê rindjina rind
mesay gewremaseya mezin
heftey verjeyehefteya berê

Lêker

Lekêrên halê înfînîtifê di zaravayê şêxbizinî de wekî hemî zaravayên kurdî yên koma kurmancî bi paşbendikên -in, -an an -în têne qedandin.

ŞêxbizinîKurmancî
kirdinkirin
keftinketin
girîngirîn
kenînkenîn
verdanberdan
xardanrevîn

Tewanga lêkeran

Dema niha
ŞêxbizinîKurdiya navendîKurmancî
Min dîşimMin dełêmEz dibêjim
Tu dîşêTo dełêy(t)Tu dibêjî
Ewî dîşîEw dełê(t)Ew dibêje
Îme dîşînÊme dełêynEm dibêjin
Îwe dîşinÊwe dełênHun dibêjin
Ewana dîşinEwan dełênEw dibêjin
Dema boriya têdayî (Imperfekt)
ŞêxbizinîKurdiya navendîKurmancî
Min divitimMin demgûtMin digot
Tu divitêTo detgûtTe digot
Ewî divitEw deygûtWî/Wê digot
Îme divitînÊme demangûtMe digot
Îwe divitinÊwe detangûtWe digot
Ewana divitinEwan deyangûtWan digot
Dema boriya berdesta domdar
ŞêxbizinîKurdiya navendîKurmancî
Min vitigimMin gûtibûmMin gotiye
Tu vitigêTo gûtibûtTe gotiye
Ewî vitigeEw gûtûyetîWî/Wê gotiye
Îme vitigînÊme gûtûmaneMe gotiye
Îwe vitiginÊwe gûtûtaneWe gotiye
Ewana vitiginEwan gûtûyaneWan gotiye
Dema boriya dûdar (Perfekt)
ŞêxbizinîKurdiya navendîKurmancî
Min vitimMin gûtimMin got
Tu vitêTo gûtitTe got
Ewî vitEw gûtîWî/We got
Îme vitînÊme gûtmanMe got
Îwe vitinÊwe gûttanWe got
Ewana vitinEwan gûtyanWan got
Boriya çîrokî (Pluperfekt).
ŞêxbizinîKurmancî
Min vitîwimMin gotibû
Tu vitiwîyêTe gotibû
Ewî vitiwîWî/Wê gotibû
Îme vitiwînMe gotibû
Îwe vitiwînWe gotibû
Ewana vitiwînWan gotibû
Dema bê (Futur I)
ŞêxbizinîKurmancî
Min da wişîmEz dê bibêjim
Tu da wîşîTu dê bibêjî
Ewî da wîşîEw dê bibêje
Îme da wîşînEm dê bibêjîn
Îwe wişinHun dê bibêjin
Ewana wişinEw dê bibêjin
Fermanî (Împeratif)
ŞêxbizinîKurmancî
wîş!bibêje/bêje!
wişin!bibêjin/bêjin!

Neyînî

Negasyona lêkeran di Şêxbizinî de xeynî dema niha (nê-), di hemî deman de bi pêşdanka ne-'yê têye realîzekirin. Pêşdanka negasyonî me- ya ku zêde naye bikaranîn (tenê di forma fermanî de), wekî hemî serzaravayên kurdî di Şêxbizinî de jî heye.

ŞêxbizinîKurdiya navendîKurmancî
Min nêwîşimMin nałêmEz nabêjim
Min da newîşim
-
Ez dê nebêjim
Min newîşimMin nełêmEz nebêjim
Min nevitimMin nemgûtMin negot
Min nevitîwimMin nemangûtibûMin negotibû
Min nedivitimMin nemdegûtMin nedigot
Min nevitigimMin nemgûtûweMin negotiye
MewîşMełêMebêje
MewîşinMełênMebêjin

Rengdêr

Şêxbizinî jî weke hemî zaravayên din, rengdêran bi alikariya pêşbendikan û paşbendikan ve çêdike. Çend mînak:

ŞêxbizinîKurmancî
webi
-tî: birangîtî-tî: birangtî, biratî
-î: pêkîpakî
-tir: rintir-tir: rintir, rindtir
-tirîn: rintirînrintirîn, rindtirîn
rindrind, baş
xweşxweş
gewremezin
biçûkbiçûk

Hejmar

Jêrenot

Çavkanî

  • Lewendî, Mehmûd:
    • "Kurdên Şêxbizinî", Bîrnebûn 3. 1997 r. 78-98
    • "Ferhengoka Şêxbizinkî" Bîrnebûn 4, Stockholm 1998, r. 68-82
    • "Ferhengoka Şêxbizinkî II" Bîrnebûn 5, Stockholm 1998, r. 86-99


.