Hewramî

Hewramî yek ji zaravayê Kurdiya Goranî ye.[1] Kesên hewramî ji zarê xwe re dibêjin: oramî, maçû an jî maço. Navê axiftvanên vî zimanî hewraman e.

Hewramî
Welatên lê tê axaftin Îran
 Îraq
Herêm Kurdistan
Axiverên zimanê zikmakî500.000
Malbata zimanîZimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3hac

Nexşeya zaravayên kurdî

Li ser hewramî

Hewramî ji zaravayek goranî ye û ji sedsala 16. heta 21. an li Kurdistana Bakur û Rojhilat wek zimanek wêjeyî tê ber çavan. Li gor Muhemmed Emîn Hewramanî: Kurdiya Hewramanî zimanek berê ye (di sala koçî 132) û ne tenê dema Begê Erdelanê Baban, diçe demên berê û zimanê ol û wêjeyî ye. Hinek berhemên li ser Kurdiya Hewramanên nîşan didin û digihîjin demên 880 sal berê.

Herwiha, Hewramî zaraveyekî zimanê kurdî ye, li navendî Kurdistanê bi pirî ji êlen kurdên yarsan, ên ku ji zimanê xwe re maçû dibêjin, tê axavtin. Lê belê li Bahdînan jî êlen Şebek, Bacilan û Sarlî hewramî diaxivin. Hewramî lêkçûnekî zaf ligel zazakî û zaravêyen goranî heye.Pêtir ji % 30 yên wişeyên hewramî ligel zimanê avestayî yekin û bi zazakî, lekî û bacalanî ve, li gorî zimannasên kurd Malmîsanij û M. Izady tipekî, bi nave pehlevenkî di nav zimane kurdî de pêk tîne.

Zaravê hewramî demekî, li navendî Kurdistanê zimanê fermî bû, hetanî serê 1900 li herêma Mîren Erdelanê zimanê fermî bû, paşê şûna xwe da soranî. Îro kese ku hewramî diaxivin qasî 300.000 - 500.000 merivan ketine.

Destnivîsara ya helbestan goranî li British Library, Or. 6444 (1197–8 PH/1782–4 PZ)
Or. 6444, folio 11 recto
Or. 6444, folio 55 recto

Devokên hewramî

Hewramî ligel zaravayên kurdî yên din

HewramîSoranîLekîKirmaşanîKurmancîZazakîKelhurîBacalanî
Emin, MinMinMinMinEz, MinEzMiMin, Emin
To, Etû, TûToTuTu, teTi, ToTiTi, To
Emin/Min mekerûMin dekemMin mekemMin kemEz dikimEz kenanMi kemMin mekere
Min milûMin deçimMin MeçimMin çimEz diçimEz şonanMi çimMin melû
Zor/firaZorFiraFere, ZiyadPir, Gelek, ZafZafFirefire
Wat/vatGot/WitWat/vitWitGotVatWetWet
îseÊsta, êsteÎske/ÎseÎse, ÎrengeNiha, Vêsta, NikaNikaÎrêngeêste
ame-Hat-Het-Hat-Hat-ame-Hat-ame-
DengDeng, BangHenaDengDengVengHenaDeng
GoreGewreKel´nGewre, QeüGewre, Gir, MezinPîlKel´nGewre
Va/WaBaWa/vaWaBaVaWaVa
WaranBaranWaran/varanWaranBaranVaranWaranBaran
XirabXirapGen/xirawXeraw, GenXirab/genîXirabGenxirab

Pirtûken hewramî

Hata serê 1900î de, 38 pirtûk bi zimanê kurdî hatibun nivîsandin, ji wan 18 hev bi zaravayê hewramî bûn, 10 hev bi soranî û 10 hev jî kurmancî. Lê belê ji wî virda hewramî rolla xwe ya zimanê edebî wenda kir û kem pirtûk bi zaravêye hewramî hatin nivîsandin.

Nav

Dengnasî

Alfabe

Peyvnasî

Rêziman

Mînakên hevokan

Wêjeya hewramî

Têkildar

Pirtukên bi hewramî yên dirokî

Wêje

  • Blau, Joyce: Gurani et Zaza. in R. Schmitt (ed.) Compendium Linguarum Iranicarum. Reichert Verlag, Wiesbaden 1989. ISBN 3-88226-413-6.
  • Karl Hadank: Mundarten der Guran. Berlin 1930.
  • Mihemed Emîn Zekî: Kurtedîroka kurd û Kurdistanê (450 rûpel; w: Dr. M. S. Cuma)
  • Mehemed Emîn Hewramanî; Zarî Zimanî Kurdî Le Terazûyî Berawird da

Yên dirokî

  • Şîrîn u Xusrew (874 rûpel), ji Xanay Qûbadi (1700-1759). Weşandin 1975 Bexda.
  • Diwan (789 rûpel), di sedsala 19an de ji helbestvan Feqe Qadiri Hemewend.
  • Qur'an bi hewramî, di sedsala 19an de ji ber Haci Nuri Eli Ilahi (Nuri Eli Shah) hatîye nivîsandin.

Çavkanî

Girêdanên derve