31ê adarê

(Ji 31'ê adarê hat beralîkirin)
<<Adar 2024>>
DuÇaÎnŞeYe
123
45678910
11121314151617
18192021222324
25262728293031
Rojên salê

Bûyer

Kurdistan

  • 1947 – Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Muhammed, Wezîrê Parastinê yê Komarê Mihemed Hûseynê Seyfî Qazî, û endamê parlemena Îranê Sadrî Qazî ku di heman demê de biryarê Qazî Mihemed bû, li Meydana Çarçira ya Komara Mahabadê hatibû îlan kirin, hatin dardekirin. Ev dîrok li gorî salnemya Seyfî dibe, 10ê meha 1ê 1326.
  • 2016 – Li Amedê, hêzên HPG'ê bi erebeya bombekirî erîşî polîsên tirk kirin. Di encamê de 7 polîs mirin û 13 jê polîs 27 kes brîndar bûn.[1]

Cîhan

  • 1651 – Li Perûyê erdhejeke dijwar qewimî.
  • 1745 – Cihû ji Pragê hatin dertixûbkirin.
  • 1880 – Cara yekem bi temamî bi elektrîkê bajar hate ronîkirin.
  • 1889Barûya Eyfelê ya li payexta Fransa, Parîsê, hate vekirin.
  • 1918 – Ji bo sûdwergirtina ji tava-rojê pergala katjimêra havînê cara yekem li Amerîkayê hate pêkanîn.
  • 1923 – Yekem maratona dansê li New Yorkê bi dirêjahiya 27 saetan hate kirin.
  • 1948 – Endamên rêxistina kontr-gerîlla Hanagahê trena Hayfa-Yafayê rûxandin, di encama bûyerê de 40 filîstînî mirin.
  • 1986 – Balafira rêyên-hawayê ya Meksîkayê, Boeing 727 kete xwarê, 167 kes mirin.
  • 1991 – Xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Îraqê, dest bi koçberiyeke mezin kirin ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn û derketin dervehî sînoran.
  • 1991 – Pakta Warşovayê hate fesihkirin.
  • 1992Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, firotina lewazimên leşkerî û balafiran li Lîbyayê qedexe kir.
  • 1991 – Li Tirkiyeyê 10 hezar û 500 karkerên endamê sendîkaya Hava-Îşê dest bi grevê kirin.
  • 2000 – Aş û dûman ji Ûsûyê derket.

Jidayikbûn

Mirin

Cejn û salveger

  • Roja bîranîna Şehîdên Kurdistanê

Çavkanî