Andy Warhol

Andy Warhol, bi navê xwe yê jidayikbûnê Andrew Warhola Jr, (z. 6ê tebaxê 1928an - 22ê sibatê 1987an) hunermendek vîzuel, derhênerê fîlman û hilberînerek amerîkî bû. Ew di tevgera hunera vîzuel de, ya ku wekî pop art tê zanîn, kesayetek pêşeng bû. Berhemên wî têkiliya di navbera vegotina hunerî, reklam, û çanda navdaran yên salên 60î de vedikolin. Herwiha, karê wî cûrbecûr medyayê vedihewîne, di nav de nîgarkêşî, serîgrafî, wênekêşî, fîlm û peykersazî. Hin berhemên wî yên herî naskirî tabloyên serîgrafîk ên şorbeya Campbell's Soup Cans (1962) û Marilyn Diptych (1962), fîlmên eksperîmantel yên Empire (1964), Chelsea Girls (1966), û pêşangehên multimedya yên ku bi navê Exploding Plastic Inevitable (1966-67) têne zanîn.

Andy Warhol
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
St. John the Baptist Byzantine Catholic Cemetery (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Andrew Warhola Jr.Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Carnegie Mellon University (en)
Schenley High School (en)
Carnegie Mellon School of Art (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Derhênerê fîlman, wênesaz, wênegir, fîlmçêker, peykersaz, visual artist, cinematographer, senaryonivîs, nivîskarê rojnivîskê, Sêwirîner, graphic artist, filmmaker, printmaker, drawer, illustrator, performance artist, installation artist, bazirgan, producerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Andrej Warhola (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Julia Warhola (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Paul Warhola (d)
John Warhola (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
James Warhola (en) (nephew)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Printmaking (en), Nîgar, fîlm, graphics (en), design (en), pop art (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Partiya Demokratîk (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tevger
Pop art (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwendekarê
Balcomb Greene (en), Samuel Rosenberg (en), Robert Lepper (en), Joseph C. Fitzpatrick (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Représenté par
Artists Rights Society (en), Skarstedt Gallery (d), Electronic Arts Intermix (en), Gagosian Gallery (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyên hunerê
Portrait painting (en), still life (en), portre (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Fîlmên navdar
Andy Warhol filmography (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
Campbell's Soup Cans II (d), Chelsea Girls (d), Exploding Plastic Inevitable (d), Marilyn Diptyque (d), Shot Marilyns (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Andy Warhol
Şanenav
lewheya yadîgar
Wêneyê goristanê

Warhol li Pittsburgh ji dayik bû û zarokatiya xwe li wir derbas ki. Warhol di destpêkê de kariyerek serkeftî wekî wênesazek bazirganîiyê peyda kir. Piştî ku di dawiya salên 1950î de xebatên xwe li gelek galeriyan pêşan da, wî wekî hunermendek bi bandor û nakok hate naskirin. Studyoya wî ya The Factory ya li New Yorkê, bû cîhek hevdîtinê yê naskirî ku rewşenbîrên navdar, dragqueens, şanoger, mirovên kolanên yên Bohemian, navdarên Hollywoodê, û patronên dewlemend li hev kom dibûn.[1][2][3] Wî berhevokek kesayetiyên ku wekî superstarên Warhol têne zanîn pêşve xistin. Gotina "15 minutes of fame" îlhama xwe ji wir girtiye. Di dawiya salên 1960î de wî koma experimental rock The Velvet Underground afirand û birêvebir, û herwiha kovara Interview damezrand. Wî gelek pirtûk nivîsandin, di nav de The Philosophy of Andy Warhol and Popism: The Warhol Sixties (Felsefeya Andy Warhol û Popizm: Salên 60î yên Warholê). Beriya tevgera azadiya hevzayendan ew bi eşkereyî wek hevzayend jiya. Di hezîrana 1968an de, ew hema hema ji hêla femînîsta radîkal Valerie Solanas ve hat kuştin, ya ku ew di hundurê studyoya xwe de gulebaran kiribû.[4] Piştî emeliyata kezebê, Warhol di sibatê 1987an de di 58 saliya xwe de li bajarê New Yorkê ji ber aritmiya dil mir.

Warhol bûye mijara gelek pêşangehên paşverû, pirtûk û fîlmên dirêj û belgefîlm. Muzexaneya Andy Warhol li bajarê wî Pittsburgh, ku berhevokek daîmî ya berfireh a huner û arşîvan dihewîne, muzeya herî mezin a DYAyê ye ku ji hunermendek tenê re hatibe veqetandin. Warhol wekî "şengerê bazara hunerê" hatiye binavkirin. Gelek efrandinên wî gelek hezrkirî û bi qîmet in. Berhemên wî di nav tabloyên herî biha ne, yên ku heta niha hatine firotin.[5] Di sala 2013an de, serigrafek ji sala 1963an ya bi navê Silver Car Crash (Double Faster) bi 105 mîlyon dolarî hate firotin. Di sala 2022an de, Shot Sage Blue Marilyn (1964) bi 195 mîlyon dolarî hate firotin, ku ev berhema hunerî ya herî biha ye ku di mezadê de ji hêla hunermendek amerîkî ve hatibe firotin.

Çavkanî