Cureyên li sirûştê nemabûyî

Cureyên li sirûştê nemabûyî (EW), navê ji cure û bincureyên ku tenê li cihên parastî jiyan dikin re tê bikaranîn.(Mînak, li bexçeyên ajalan)[1]Cureyên ku li xwezayê nema ne û tenê li cihên parastî hene gelek hindik in. Hinek mînakên cureyên li xwezayê nemabûne li jêr in.

  • Mambiza Peder Dawid (Elaphurus davidianus) (ji 2008'an ve)
  • Mitu mitu (ji 1988'an ve)
  • Şêrê Atlasê (Panthera leo leo) (ji 1922'an ve)
  • Kûsiya qalik reşûnerm (Aspideretes nigricans) (ji 2002'an ve)
  • Gallirallus owstoni (ji 1980'an ve)
  • Qirika Hawaiiyê (Corvus hawaiiensis) (ji 2002'an ve)
  • Scimitar Oryx (ji 2000'an ve)
  • Kûsiya Dêw a Seyşelê (ji 1840'an ve)
  • Kevoka Socorro (Zenaida graysoni) (ji 1972'an ve)
  • Beqa Wyomingê (Bufo baxteri an jî Anaxyrus baxteri) (ji 1991'an ve)
  • Encephalartos brevifoliolatus (ji 2006'an ve) [2]
  • Pilingê Başûrê Çînê (Panthera tigris amoyensis)
Li siruştê nemabûyî ango Extinct in the Wild
Kevoka Socorro ango Zenaida graysoni ji bexçeya ajalan a (Burgers’ Zoo) Arnhem a Holandê

Cureyên li siruştê nema ne û li cihên parastî tên xwedî kirin an jî mezinkirin bi awayekî dibe ku werin zêdekirin û li xwezayê werin vegerandin. Lê ev pir zor e û gelek dem ji vê re hewce ye. Herwiha divê ji bo ajalan cot hebin ku zêdebûna wan pêk were.

Çavkanî

Herwiha binêre