Endezyariya elektrîkê

Endezyarîya elektrîkê têkilî hilberandin, ragihandin û belavkirina enerjîya elektrîkê ye. hemû cîhaz û amûrên ku bi elektrîkê dixebitin, beşdarî endezyarîya elektrîkê dibin. Endezyarên elektrîkê, sêwirandin, hilberandin û testên cîhazên elektrîkê jî çêdikin.

Nikola Tesla li ser kovara Time
Thomas Edison

Dîrok

Dîroka Elektrîkê Kurt

Endezyarîya elektrîkê di sedsala 17emîn de dest pê kir. Bi xebata Alessandro Volta pîlê xwe sewirand û navê xwe da li ser. Piştî sedsala 17emîn, xebatên elektrîkê hat perisandin. Thomas Edison dest bi belavkirina elektrîkê kir. Bi xwe dîzayn kir û lambe hilberand . pergala HR(Herîka Rast-direct current) jî keşfa wî bû. Lê belê sîstema HR pir zehmetî û biha bu. Bi wî, ew rind tê zanin ku HR nayê vegûherîn. Ji bo vî dijwarî, Nikola Tesla sewirand RP(alternative current). Ew wek şoreşa elektrîk bû; sîstema RP raserî bû.

Dîroka Elektrîk ê Kurt
SalÇêbûnKiryar
600 BCElektrîkê statîk hat vedîtinThales
1600Karkirinê elektromagnetîzm destpêkirWilliam Gilbert
1800Bataryayê pêşîn hat çêkirinAllessandro Volta
1825Têkîlîyê navbera magnetîzm û herîk hat vedîtinAndre Ampere
1827Qanûnê Ohm hat derxistinGeorge Ohm
1831Qanûnê Faraday hat derxistinMichael Faraday
1864Tevkêşeyê Maxwell hat derxistinJames Clerk Maxwell
1873Motor û generatorê elektrîk hat çêkirinZenobe Thoephile Gramme
1879Lambe hat çêkirinThomas Edison
1882Santralê elektrîk hat çêkirin
Generatorê HR(Herîka Rast) hat karkirin
Thomas Edison
1884Motorê HR hat çêkirinFrank J. Sprague
1885Transformator hat çêkirinWilliam Stanley
1888Sîstema fazê hat derxistin û HA(Herîka Alternatîf) hat vedîtin.Nikola Tesla
1889Li DYA, sîstema ragihandinê yek-faz ê HA hat sazkirinDYA
1891Li Elmanya, sîstema ragihandinê sê-faz ê HA hat sazkirinElmanya
1893Li DYA, sîstema ragihandinê sê-faz ê HA hat sazkirinDYA
Hêmanên Elektronîkê Hêz

Beşên Endezyarîyê Elektrîk

  • Makîneyên Elektrîk
  • Tesîsên Elektrîkê
  • Ronahîkirin(înglîzî: Lighting)
  • Hêza Elektronîkê (înglîzî: Power electronics)
  • Otomasyon û Kontrol

Çavkanî