Gey

Bêjeya gey di ferhenga îngilîzî ya Oxfordê de “kesê/a hevzayendxwaz (bi gelemperî mêr)” hatiye ravekirin.[1]Gey, berê ji ber ku kêmasiya bêjeyeke pênasandina hevzayendxwazên mêr tunebû, hatiye bikaranîn û bere bere dest bi nîşandana “kesê/a hevzayendxwaz” jî kiriye.[1]

Alaya keskesorê di sala 1978an de cara ewil li Meşa rûmetê ya San Francisco hat bikaranîn. Hunermend Gilbert Baker wê sêwirandibû. Sor jiyanê, tirincî başbûn û pêşketinê, zer tavê, kesk xwezayê, şîna nîl aheng û guncaniyê û binefşî manewiyatê temsîldikir.

Bêjenasî

Gey (nêrxwaz)

Jêderka bêjeya “gey” “gai” a fransî ye.[1] Bi rîşalê xwe ev peyv dihat wateyên “dilşa, xemok” û “bi rengê rojen, mirêsdar”ê.[2] Lê piştî salên 1960ê ji aliyê hevzayendxwazên mêr ve ji bo pênasandina xwe hat bikaranîn. Di Îngilizî de wateya din a bêjeya gey ber bi hişk bûnê ve çûye.[3] Lezbiyen ji salên 1800î û vir ve ji bo pênasandina jinên hevzayendxwaz tê bikaranîn.[4] Piştî derketina peyva gay, jinên hevzayendxwaz ji bo xwe jî dest bi bikaranîna vê peyvê kirine.

Di îngilîzî de cihêtiyek di peyvên homosexual û gay heye. Homosexual bi piranî taybetiya berpêbûniya kesan dike ango têgînek bijîşkî ye[5][6][7]; gay jî nasnameya kesan dike.[8] Wekî mînak her homosexual ne gay e, lê her gay homosexual e. Di gelek çand û civakan de kesên homosexual tê fedîkar û biçûkxistin û ew kes piranî dibin qûrbanên cudakeriyê. Ji bo rastî tundiya devkî û fizîkî, homofobîyê nebin, berpêbûniya xwe vedişêrin. Lê kesên gay, hevzayendxwazbûna xwe venaşêrin û weke nasnameyeke eqliyetan diparêzin û pir caran tevlî têkoşînên mafên LGBT dibin an jî derî têkoşîn bin jî ji civaka LGBT tên hejmartin.

Bi kurdî

Bi kurdî piranî wergerên peyva homosexual wekî homoseksûel, hevzayendxwaz, hevzayendbaz, hevregezxwaz, nêrxwaz(ji bo mêr), mêxwaz (ji bo jin) û herî wekî din ji bo gey hatiye bikaranîn. Li çapemeniyê de bikaranîneke hevpar tuneye. Ji bilî van peyvan ji bo biçûkxistin û pênaskirina mêrên hevzayendxwaz gelek peyvên homofobîk hene mîna qûnde, qûnder, qûnek, hîz, qûnfiroş û gelek caran li hin malperên kurdî tên bikaranîn.[9] Ji bo jinên hevzayend jî wekî peyvên panik û panpanok tên bikaranîn [10]

Dîrok

Berî sedsala 20an ji bo kesên hevzayend têgînek nedihat bikaranîn.[11] Ev rewş van kesan derî ji misogeriya qanûnî dikir. Ji van kesan re li nav xelkê nav û navlêkên cuda dihat bikaranîn û têkiliyên hevzayendî yek ji çalakiyên tawanî, êrîşekî li dijî civak dihat pejirandin û homofobî her tim dihat dilbijîkirin. Piştî şoreşa zayendî ya li salên 1960an de despêkir, pêvajoya pêşketin û daxwazkirina mafên qanûnî ya der heqê ferden hevzayendan re qewimand.

Rewannasî

Hevzayendxwazî tevgereke evînîkî yan jî nêzîkahiyeke zayendî di navbera mirovên ji heman zayendê de ye.

Rewannasî yek ji beşên zanistê ye ku yekem car hevzayendxwazî weke berpêbûniyeke cihê vekolaye. Di nav nexweşiyan de dabeşandina hevzayendxwaziyê û nexweşdîtina nêrxwazan ji aliyê zayendnasên Ewropayê ve hat çêkirin. Di sala 1886an de zayendnas Richard von Krafft-Ebing di pirtûka xwe ya bi navê Psychopathia Sexualisê de tevgerên zayendî yên bêzêdebûnê bi dawî dibin ku hevzayendxwazî yek ji wan e, di bin beşa rêşaşbûna zayendî de rêz kir. Li gorî wî hevzayendxwazî him ji dayîkbûnê tê û him jî dû re tê bûyîn û bi xelaskirina masturbasyonê û tedawîkirina nevrozê hevzayendxwazî wê ji meydanê rabe.

Li gorî baweriya Sigmund Freud, hevzayendxwazî di zarokaniyê de yekgirtina zarok bi ebeveynan re ku bi bandora yê xwediyê dijî zayenda wê/wî, pêk hatiye û ew wekî encama lihevxistina geşedana psîkoseksuel pênasandiye.

Heta di nav sedsalên 20an de modelên patalojîk ên hevzayendxwaziyê standard e.

Daxuyaniya American Psychological Association (Yekîtiya Rewannasiyî ya Amerîkî), American Psychiatric Association (Yekîtîya Psîkyatrîk a Amerîkan) û National Association of Social Workersê (Saziya Karkerên Civakî ya Netewî) wanî ye:[12]

“Li ser hevzayendwaziyê nêrîna hevpar a beşên tevgerîtî û zanistên civakî û rewannasî ev e ku tevgerên hevzayendxwazîyî û hestên evînîkî yên li hemberî hevzayendên mirov, guhertoyeke normal û erênî ya zayendî ya mirov in.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hevzayendxwazî ku di sala 1977an de di ICD-9ê de wekî nexweşiyeke rewanî dabeşandibû, bi pejirandina Kongreya Tenduristiyê ya Cîhanê a 43. ve (17 Gulana 1990) ji ICD-10ê derxist.[13][14][15]

Li ICD-10ê berpêbûna zayendî ya egodîstonîkê pê ve kiriye ku ev tê wateya ji sedema xerabûyîtiya tevgerî yan jî derûnî xwestin ku berpêbûna zayendiya xwe an jî nasnameya zayenda xwe biguhere.

Saziya Psîkiyatrî ya Çînê, piştî xebat û lêkolînên 5 sal dewamkiriye, di sala 2001ê de hevzayendî ji senifandina nexweşiyên derûnî derxist.[16]

Daxuyaniya Komeleya Psîkiyatrên Brîtanyayê wanî ye: “Vekolîn dinimînin ku gey, lezbîyen an jî duzayendxwazbûn guncawî tenduristiya rewanî ya normal e. Ji ber ku mêxwaz, nêrxwaz û duzayendxwaz ji aliyên civak, malbat û hevalan tên vederandin û dûrxistin, di nav wan de rêjeya pirsgirêkên rewanî bilind derdikeve. Her çiqas komên kevneşopên Amerîkayê angaşt bikin ku 'ev pirsgirêkên rewanî ji ber hevzayendxwaziyê pêk tên' jî peyt û selmana wan tune ne.”[17]

Piraniya lezbîyen, gay û bîseksuel, bi heman sedemên(stres, zehmetên pêwendiyê, li hawira kar û civakê gurivîn hwd) heteroseksuelan dixwazin psîkoterapî bistînin.

Girîngiya berpêbûniya zayendiya wan li ser tedaviyê dibe ku pir be, hindik be yan jî qet bandora wê tune be.

Mimkûn e ku lezbîyen, gey û bîseksuel rûbirû bi xetera anti-gay bimînin. Ev tevgerên derûnnas çavkaniya xwe ji agahiyên pirtûkên ku di sedsala 19. Û 20. de hatiye nivîsandin, distîne. Wekî mînak Richard von Krafft-Ebing û Sigmund Freud.

Cudakerî

Cotekî gey

Zorkeriya li dijî hevzayendan ev e ku bi riya devkî an jî fîzîkî tacizkirina mêrên hevzayend an jî jinê hevzayend ji aliyê kesê/a ku heteroseksuel an jî berpêbûniya wê/wî nayê zanîn. Di gelek çandan de cudakerî û pêşbiryarî li hemberî hevzayendan tê dîtin. Her çiqas hevzayendî ji aliyê bijîşkî û psîkolojî, wekî nexweşî yan jî pirsgirêkeke derûnî nayê hesibandin jî, piraniya civakên girtî, hîna jî hevzayendî mîna nexweşiyeke, pisrgirêkeke derûnî yan jî li gorî qeydeyên olî rêşaşî dipejirin û hevzayendan vederdikin. Ji ber hawireke êrîşker û lomeker, bedkariyê fizîkî û bidevkî, redkirina ji alîyê malbat û mirovên din û tecrît/tenêbûnê, rêjeya îhtimala xwekuştin, bendebûna narkotîkê,li dibîstanan xwe li nav pirsgirêkan dîtin û tenêbûna ciwanên gey û lezbîyen mezitirin e.

Li Kurdistana Tirkiyê di sala 2006an de Ahmet Yildiz[18] ku di çapemenîyê de wekî cinayeta namûsê ya yekem tê pênaskirin û di sala 2014an de Roşîn Çîçek[19] ji aliye malbatên xwe ve ji ber ku hevzayend in, hatin kuştin.

Çavkanî

Girêdanên derve

 Wîkîferheng: gey – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir