Keşmîr

Keşmîr herêma herî bakurî ya erdnîgarî ya bintara Hindistanê ye.

Geliyê Pahalgam li Keşmîrê
Herêma Keşmîrê (2019)

Heta nîvê sedsala 19an de têgeha "Keşmîr" tenê deşta Keşmîrê ya di navbera Hîmalaya Mezin û rêzeçiyayê Pir Panjal de destnîşan dikir.

Îro îfadeya devereke mezintir e ku tê de herêmên Jammu û Keşmîr û Ladakh yên ku ji aliyê Hindistanê ve têne rêvebirin, herêmên Azad Keşmîr û Gilgit-Baltistan yên ji hêla Pakistanê ve û herêmên Aksai Chin û geliyê Şeksgamê ji aliyê Çînê ve jî têne rêvebirin.

Rêvebirina Keşmîrê

Çîn

  • Aksai Chin
  • Geliyê Şeksgamê (geliyê Navqerekurûmê)

Hindistan

  • Jammu
  • Keşmîr
  • Ladakh

Pakistan

  • Azad Keşmîr
  • Gilgit-Baltistan

Çavkanî