Masûlke

şaneyên girjdar ên ajalan.

Masûlke[1] an jî girdik[2] , di laşê mirovan de kêmanî 650 masûlke hene. Ew ne tenê di pil û qoran da, her wisa li pir derên laşê mirovan da hene.

Masûlkeyên mirovî

Erkê masûlkeyan

Erka wan pêkanîna livînê ye. Ji masûlkeyan ra goştê sor jî dihêt gotin. Ew erka livînê bi alîkariya birik, livok û hestiyan bi cih tînin. Mirov dikare masûlkeyên ku di xwînboriyan da û di pir endamên (organên) din da hene (li pişikê, rûvî, dil, gede) bi navê masûlkeyên dûz û masûlkeyên livînê bisinfîne.

Masûlkeyê dil tewirekî din peyda dikin. Masûlkeyên livînê ji bo bicihkirina livînê hewcedarên fermanekî mejî ne. Masûlkeyên di xwînboriyan, gede, rûviyan da û yên dilî, hertim dixebitin; ango ew xwekar (otonom) in.

Masûlkeyên livînê li ser hestiyên cihekî dest pêdikin û li ser hestiyên cihekê din disekinînin. Li goreyê wê şûna xwe dikarin pîl, qor û cihên dî yên laşê mirovan bilivînin.

Corên masûlkeyan

Corên masûlkeyan

Sê corên masûlke hene:

Herwiha binihêre

Çavkanî

Girêdanên derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Masûlke de hene