Perçemka xwînmij
Perçemka xwînmij | |
---|---|
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Chiroptera |
Famîle: | Phyllostomidae |
Binefamîle: | Desmodontinae |
Cins: | Desmodus |
Cure: | D. rotundus |
Navê zanistî yê latînî | |
Desmodus rotundus Geoffroy, 1810 | |
Perçemka xwînmij an perçemka xûnxwer (Desmodus rotundus), cureyekî perçemkên bibêvilê pelgî (Phyllostomidae), ji cinsê (Desmodus) û ji perçemkên Cîhana Nî an Nû ye(Amerîka).
Şayes
Perçemka xwînmij bi mû yê kurt û kurkek e zîvê boz li binaniya wê rû girtî ye û rengê vî kurkî girtîtir dibe li pişta wê.[2] Herdu guhên wê piçkî gloverin,lêva wê jêrî kûr qulkirî ye û poz an bêvilê wê pehn û dirûvê pelgan e.[2] Dirêjiya navçe ya perçemka xwînmij derdorî 9 cm (3.5 in) û teve dirêjiya piyala baskê,dighêje 18 cm (7 in).Giraniya wê gelemper derdorî 57 grams (2 oz), lê belkî ev giranî bêtir dibe piştî danek xwarin.[3]
Belavbûn û hawidor
Perçemka xwînmij xweciya parzemînên Amerîkayan e.[2]Perçemka xwînmij li ciyên bi seqa şil û warên bi bayê germ hezidike bijî ye.[4][5]
Taksonomî
Zaneyar Étienne Geoffroy Saint-Hilaire perçemka xwînmij bin navê cureya Phyllostoma rotundum dabeşandibû sala 1810.[2].Lê di sala 1901,zaneyar Oldfield Thomas navê Desmodus rotundus bijart û li perçemka xwînmij navkir.[2]
Reftar
Xwarin
Perçemka xwînmij xwînê guhandaran wek bizin, mih û gayan dixwe.[4]