Prûsya

Prûsya (bi prûsiya kevn: Prūsa; bi latînî: Borussia, Prutenia; lîtvanî: Prūsija; polonî: Prusy; almanî: Preußen) herêmeke dîrokî ye ku bi sedsalan bandora xwe li ser dîroka almanan û Ewropayê kiriye. Paytexta Prûsyaya dawî Berlîn bû. Prûsya di sedsalên hejdeh û nozdehan de demên xwe yên mezintirîn û herî bihêz borand. Di sedsala hejdehan de di bin hikûmdariya Friedrich II yê Mezin de bû hêzeke gewre li Ewropayê.

Prûsya
Preußen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Preußenlied, Borussia, Heil dir im Siegerkranz Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytext
  • Berlîn (1701–1947)
  • Königsberg (1525–1701) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî keyîtî (1525–1918), komar (1919–1947) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1525 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 25 sibat 1947, 1933 
 •  Rûerd 297.007 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 41.915.040 (1939) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Nêrînek li dîroka Prûsyayê

  • Prûsyaya Rojava (sor), bi Keyaniya Prûsyayê û împeratoriya Almanî re di 1871'ê de.
    Prûsya welatê baltîkiyên prûsî ji aliyê şovalyeyên teutonî (şovalyeyên Terîqeta Almanî) ve hat vegirtin û di nava salan de hate xiristiyankirin, almankirin û polonîkirin.
  • Prûsyaya Qralî (1466-1772), herêm ket bin destê Polonyayê di Şerê Sêzdeh Salan de.
  • Mîrekiya Prûsyayê (1525-1701), piştî desthilatiya Polonyayê ket bin destê serwerên Hohenzollern û Brandenbûrgê.
  • Brandenbûrg û Prûsya (1618-1701) yekîtiyeke kesane ya di navbera serwerên Hohenzollern û Brandenbûrgê de bû.
  • Keyaniya Prûsyayê (1701-1918) bi guhertina Brandenbûrg û Prûsya hat damezirandin. Ev keyaniyeke bihêz a împeratoriya Almanî bû (1871-1918).
  • Parêzgeha Prûsyayê (1829-1878) parêzgeheke Keyaniya Prûsyayê bû û ji hin beşên Prûsyaya Rojhilat û Prûsyaya Rojava pêk dihat.
  • Dewleta azad a Prûsyayê (1918-1947), piştî Şerê cîhanî yê yekem hat damezirandin. Di sala 1934'an de ji aliyê nazîstan ve hat felişandin. Di sala 1947'an de dawî lê hat anîn.

Çavkanî