Reklam

Reklam beşeke danasîn, hilberîn û sermayeyê ye.

Reklameke kevn 1890

Di serdema nû de bêyî reklam karsaz nikarin malê xwe bifiroşin lewra kapîtal êdî tixûban nasnake û ji yek cureyê bi hezaran hilberîn ne.

Reklam bi rêbazên afirandêr bandor li daxwaza kirînê ya kiryar kirin e. Wekî tê zanîn di bazarê de dengeya daxwaz û pêşberîkirinê heye. Heger pêşberîkirin zêde lê daxwaz kêm be, karsaz mecbûr dimînin ku berdêla hilberînê erzan bikin. Berevajiya wê jî rast e.

Reklam bi riyên ku bandora xwe bi erzanî û bihêz li kiryar dikin tê kirin. Erzan, lewra reklam jî bi dirav, berdêl tê kirin.

Li Kurdistanê fîrmayên reklamê di destên tirk, ereb û farisan de ne. Kurd bo firotin û danasîna hilberînên xwe karê reklamê bi destê biyanan dikin. Li Kurdistana Azad jî rewş her wiha ye. Kêm be jî di TV yên Kurdan de cih ji reklaman re tê veqetandin daku TV hinde aboriya xwe birêvebibe.

Hin alav û rêbazên reklamê

  • Kovar, rojname
  • Televîzyon, radyo û înternet
  • Li derveyî derî ango panoyên kolanan
  • Sînema
  • Rêbazên afirandêr