Werziş

Werziş çalakiyeke gorî hin distûr û mercan de tê pêşbazî kirin e. Ew hin caran ji bo ew aktîvîteyên mirov bixwe ji bo tenduristî û zinde bûna bedena dike re jî tê gotin. Lê werziş ango spor (sport) ne tenê ji bo çalakiyên mîrovan hin caran ji bo pêşbeziyên motor an gerdûneyan re jî, wek werzişên motoran jî tê bikaranîn.

Basketbol
Futbola amerîkî ya xaniman.
Bavandarî
Balon
paramotor (Zîrek Mayî)
Sola ser cemedê
Pêşbirkeyeke siwariyê
Parsenghildan
Boks
Çiyagerî

Dîrok

Dîroka Werzişê li Çîn heta 4000 b.z. derê ye.[1] Li Çînê bedenparêzî (jîmnastîk) ji berê de werzişeke navdar bû. Gorî hin çavkaniyan li Misira kevin hin werzişên wek avjenî masî girtin dihat kirin.[2] Li wan bêtir li Misira kevin werzişên wek lak avetin, bilind qewzdan, pehlewanî bû.

Di dema Yewnana kevin de gelek Spor hatin pêk anîn. Di dema Yewnan kevin de ji bo xatirê êzidokan Leyzên Olîmpiyadê dihat saz kirin. Li çar salan carekî li gundekî biçûkî nêzî çiyayê Olîmpûs, li Peloponnesê dihatin saz kirin.[3]

Dabeşandina çalakiyên werzişî

Werzişên tîmê

  • Badmînton
  • Basketbol, goga sepetê [4], baske [5]
  • Beysbol [6], beyzbol [7]
  • Futbol, goga lingan, gogling, goga pê, tepa pêyî [8]
  • Futbola amerîkî
  • Futbola kanadayî
  • Goga destan, tepa destî [9], hentbol
  • Hokey
  • Hokeya ser cemedê
  • Hokeya ser çîmenê
  • Hol, holî
  • Kaşo, kaşokane
  • Krîket
  • Kurlîng
  • Netbol
  • Squash
  • Tenîs, tenîsa erdî [10]
  • Tenîsa maseyê, goga maseyê, tepa mêzê [11]
  • Voleybol, volîbol

Werzişên avê

  • Bavandarî, babirkvanî, xêlîvanî
  • Bêrikkêşî
  • Çindikdan (ji tramplenê)
  • Goga avê
  • Kaşûna ser avê, skiya ser avê
  • Melevanî, sobahî, ajnê, avjenî
  • Werzişa noqînê

Werzişên hewayê

Werzişên zivistanê

  • şemitîna çiyayî
  • şemitîna deştî (?)
  • Liyan, lekan [12]
  • Paten, sola ser cemedê

Werzişên bi hesp

  • Cerîd, avêtina cerîdan
  • Sîwarî, siwarbazî

Atletîzm

Werzişên Gemş û Palewanî

Werzişên dema vala

Çavkanî