Zimanê romanî

Romanî (bi romanî: rromani ćhib), zimanê xelkê romanî (cengene, mitrib, qereç[2][3]) e.

Nexşeya zaravayên romanî:
Zaravayên bakur ên romanî[1]
Zaravayên navîn ên romanî
Zaravayên balkanî yên romanî
Zaravayên vlaxî yên romanî

Zimanê romanî ji malbata zimanên îndogermanî ji şaxa sanskrît e. Nêzîkî zimanên hindî û ûrdû ye. Lê ji ber ku romanî piştî ku ji welatê xwe Hindistanê koçber bûne êdî ne xwedî welatek in, zimanê wan di bin zimanên ku welatên ew lê dijîn de gelek heliyaye, qels ketiye.

Romanî pirranî bi zimanên xwe yî zikmakî naaxivin. Li seranserî cîhanê belavbûne û bi zimanên cihên ku lê dijîn pirranî diaxivin. Li Tirkiyê herêmên Trakya, Stembol, Enqere, Edene, Bursa, Kayseri hwd gelek cihan gorî texmînan zêdetirî 3.500.000 romanî dijîn. Dîsa çiqas ji wan bi zimanên xwe yî zikmakî diaxivin nediyar e. Li Tirkiyê wekî tê zanîn, ji xeynî tirk û zimanê tirkî zanîngeh nikarin û naxwazin li ser gelên din lêkolînan bikin. Li Kurdistanê pirranî koçber dijîn û li zozanan û gundan digerin bazirganiyê dikin.

Hin komên zimanê romanî

  • Romaniya balkanî
  • Romaniya baltîkî
  • Romanî karpatî
  • Romaniya kalo ya fînî
  • Romaniya sîntî
  • Romaniya kalo ya spanî
  • Romaniya vlaxî
  • Romaniya walesî

Kêm be jî li ser çand, huner û standartkirina zimanê romanî xebat hene û alfabeyeka latînî hatiye amadekirin. Heger li Tirkiyê nasnameya romaniyan were pejirandin û naskirin wê ji bo paşeroja zimên başî be. Lewra pirraniya romaniyan li Tirkiyê dijîn[çavkanî hewce ye].

Hijmarên bi romanî û hin zimanên din ên têkildar

Hejmar/ZimanRomanîDomarîLomavrenSanskrîtHindîKurdî
(kurmancî)
Zazakî
1ekh, jekhyikayak, yekékaekyek, êkyew
2dujluidvádodu
3trintærəntərintrítīnhirê
4štarštarišdörcatvā́raḥcārçar, çuwarçehar
5pandžpandžpendžpáñcapā̃cpêncphanc
6šovšaššešṣáṭchahşeşşeş
7iftaxauthaftsaptásāthefthewt
8oxtoxaišthaštaṣṭáāṭhheştheşt
9injananunávanaunehnew
10dešdeslasdáśadasdehdes
20bišwīsvistviṃśatíbīsbîstvist
100šelsajsajśatásausedse

Mijarên têkildar

  • Zimanê boşeyan
  • Zimanê domeyan

Çavkanî