Civaknasî, sosyolojî yan jî zanista civakî lêkolîna zanistî û sîstematîk a civaka mirovan e ku civakê, tevgerên civakî yên mirovî, awayên pêwendiya civakî, danûstandina civakî û aliyên çandê yên bi jiyana rojane re ye lêkolîn dike. Sosyolojî hem wekê beşek ji zanistên civakî û hem jî wekê beşek ji zanistên mirovî hatiye pejirandin ku ji bo pêşdebirina zanista li ser nîzama civakî û guhertina civakî bi rêbazên cihêreng ên lêkolînên empîrîk û analîzên rexneyî bikar tîne. Mijarên sosyolojiyê yên sereke ji analîzên têkilî û tevgera takekesî di asta mîkro de bigire heya analîzên pergalên civakî û awayê civakî di asta makro de diguhere. Lêkolîna sosyolojîk a sepandî dibe ku rasterast li ser siyaseta civakî û refahê were bikaranîn lê nêrînên teorîk dikarin li ser têgihiştina pêvajoyên civakî û rêbaza fenomenolojîk bisekinin. Max Weber, Karl Marx û Emile Durkheim sosyologên klasîk ên herî naskirî li cihanê ne. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.