Fruktoz

Fruktoz
Agahiyên gelemper
NavFruktoz
Navên dinŞekirê fêkiyê, fêkîşekir?
DirefşC6H12O6
Taybetmendî
Baristeya molekulî180,16
Tîrbûn1,59
Rewşa di germiya odê dehişk
Xala helînê100–104 °C

Fruktoz (bi latînî: fructus, tê wateya "fêkî") an jî şekirê fêkiyê. Di nav hegzozan da şekira herî tehmşirîn fruktoz e. Wekî levuloz ji bi nav dibe. Ji ber ku di nav fêkiyên wekî tirî, sêv, û hirmiyan da fruktoza serbest bi mêjerek mezin heye, fruktoz wekî şekira fêkî jî tê bi nav kirin. Hingiv û nektar(şîreya şîrîn a kulîlkan) jî gelekî fruktoz dihundirînin. Şekira çayê(sukroz) ji fruktoz û glukozê pêk tê. Fruktoz di kezeba mirov de tê guherandinê, ji fruktoz molekulên wekî glîserol û trîglîserîd çêdibin. Ji van molekulan jî dibe ku molekulên rûnê, glukoz û glîkojenê çêbibin. Hema hemû xaneyan ji bo peydakirina enerjiya ATPyê ligel glukoz, fruktozê jî bi kar tînîn. Fruktoz cureyek monosakkarîd e. Formula wî ya kîmyayî C6H12O6 ye. Cudahiya wê ji glukoz ew e ku şekirê fêkiyê kêton şûna aldehîd pêve ye.