Hespê çemî
Hespê çemî, hespê avî | |
---|---|
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Artiodactyla |
Famîle: | Hippopotamidae |
Cins: | Hippopotamus Linnaeus, 1758 |
Cure: | H. amphibius |
Navê zanistî yê latînî | |
Hippopotamus amphibius Linnaeus, 1758[1] | |
Belavbûna hespê çemî. |
Hespê çemî, hespê avî, hîpo, yan hîpopotamus (Hippopotamus amphibius), cureyek guhandarên bêmû û giyaxwer yên parzemîna Afrîqayê ne. Tenê du cureyên vê malbata jînewer hene ku bi awayê serbixwe dijîn û wek hespên avî -Hippopotamidae- têne hesibandin.
Belavbûn
Hespên çemî li parzemîna Afrîqayê dijîn. Piştî fîlan û kergedenan, ev ajel sêyemîn ajelên guhandar yên hişkatiyê û bigirstirîn cureyên simdaran in. Ev ajel, nîv-avjî ne ku xwe di nava av û lîtira çeman de hênik dikin. Kêşa mêyên wan bi giştî 1300 kg û ya nêrên wan 1500 kg e. Hevcotbûn û zayîna wan di nava avê de pêk tê û şevan jî, ji bo çêrînê ji avê derdikevin û giya dixwin. Ev bi tenêtî diçerin û ajelên deverparêz in. Egerçi ajelên bigirs û pêkurt in lê leza wan 30 km li her demjimêrê ye û dikarin baş birevin û derbên xedar li dijminên xwe bidin. Ew dikarin tîmseh yan mirovên ku nêzî wan dibin, letûpar bikin.
Bêjeya Hippopotamus, ango hespê çemî ji zimanê yewnanî klasîk hatiye ku (ἵππος: hippos ango hesp û ποταμός potamós ango çem)[2][3].
Pêşangeh
- Vîdiyo yê hespên çemî li bejiyê.
- Hespên çemî bin royê.
- Hespeke çemî yê mê bi çêlika xwe.
- Hespên çemî di avê de ne.
- Hespeke çemî devê xwe pehn vekirî ye.
- Du hespên çemî yê nêr şer dikin.
- Anthracotherium magnum.
- Kiloxê hespekî çemî.
- Hespên çemî dihatine nêçirkirin ji bo xwarin ê li çaxên berê.
- Hespeke çemî li bexçeya ajal û caneweran li Londonê (1852)
Çavkanî
Girêdanên derve
- "Hippos: Wildlife summary". African Wildlife Foundation. Ji orîjînalê di 19 çiriya paşîn 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 hezîran 2013.
- IUCN Hippo Specialist Group Girêdana arşîvê 2011-04-16 li ser Wayback Machine
- Pablo Escobar's Fugitive Hippo Shot Dead by The Telegraph
- Section 8. King Tut may have been killed by a hippopotamus Ancient History Encyclopedia