Hevwate
Bi îngilîzî "synonymous".Gotina "Hevwate" di kurdî de [rengdêr]ek e. Ji bêjeyên ku tên heman wateyê tê bikaranîn. Mînak ev gotinên jêrîn hevwate ne:
- Roj û Tav
- Pir û Gelek
- Zar û Zêç
- Gede, Zarok, Mindal û Zar
- Westan û Betilîn
- Pirtir û Zêdetir
- Kevir û Ber
- Fikr û Raman
- Werê, Wanî û Halo
- Wilo û Wisa
Di kurdî de hevwate gelek in. Ji ber ku zimanê kurdî heta sedsala 20'an jî di warê nivîskî de ji ber qedexeyan pir lawaz bû, li her herêmekê zimanê kurdî bi derfetên xwe û bi awayekî girtî pêşve çûye. Ji ber vê yekê gotinek ku li herêma Mêrdînê bi awayekî hatibe bikaranîn, li herêma Şirnexê bi awayekî din hatiye bikaranîn. Li bajarên din jî bi awayên din.
Ferqa Hevwateyan û Devokan
Hin gotin hene ku ew jî li her herêmekê bi awayekî din tên bikaranîn, lê ew ne hemwate ne, belê guhertoyên devokî ne. Mînak ev gotinên jêrîn ne hevwate ne, lê guhertoyên devokî ne:
- Wer û Werê
- Hûr û Hwîr
- Dûr û Dwîr
- Gûz û Gwîz
- Şûr û Şwîr
- Kîvroş û Keroşk
- Mirov û Meriv û Merov
Gotinên ku koka wan yek be û dengê wan cuda be ne hevwate ne.
🔥 Top keywords: DestpêkTaybet:Guhertinên dawîTaybet:LêgerînÇarşema SorWîkîpediya:Portala komêZoravaŞerê Cîhanî yê DuyemWîkîpediya:Derbarê Wîkîpediyayê deLîsteya navên kurdîAlîkarî:NaverokXola Nayab a KurdistanêPortal:Bûyerên rojaneŞadiyanPortal:NaverokWîkîpediyaBuse MeralWîkîpediya:Gavên pêşîBakurê KurdistanêŞêx EbdurehîmIdrissa DiarraBangûyîAgirîKurdistanWîkîpediya:FerexetnameSerhedKurdHevsengiya germahiya cîhanêZimanê kurdîXinûsGotûbêja bikarhêner:MidealWîkîpediya:DîwanMac OS XAwat BokanîAmedTirkiyeDîroka KurdistanêTaybet:MyTalkBikarhêner:Baran RuciyarÇarşema Reş