Meta Platforms

Meta Platforms, Inc. an jî Meta[1] (berê wek Facebook, Inc. dihat nasîn)[2] şirketeke teknolojiya pirneteweyî ya Amerîkayê ye ku sergeha wî li bajarê Menlo Park, Kalîforniya ye. Şîrket ji xeynî hilber û karûbarên din xwediyê Facebook, Instagram û WhatsAppê ye.[3] Ew heta 2022an yek ji şîrketên herî mezin ên cîhanê bû. Li gel Amazon, Google (Alphabet), Apple û Microsoftê yek ji pênc şîrketên teknolojiya agahdariyê ya amerîkî tê hesibandin. Şîrket beşeke girîng a dahatina xwe ji firotina cihên reklamê ji bazarganan re diafirîne.[4]

Meta Inc.
Navê berê
Facebook, Inc. (2004–2021)
Şikl
Alenî
Bazirganîkirin
  • Nasdaq: FB (Sinif A)
  • Nasdaq-100 pêkhatî
  • S&P 100 pêkhatî
  • S&P 500 pêkhatî
Pîşesazî
Avakirin4 kanûna paşînê 2004 (berî 20 salan) (2004-01-04) li Cambridge, Massachusetts, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Avaker
SergehMenlo Park, Kaliforniya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Herêma xizmetê
Li seranserê cîhanê (ji bilî welatên astengkirî)
Kesên sereke
  • Mark Zuckerberg (CEO)
  • Sheryl Sandberg (COO)
  • David Wehner (CFO)
  • Mike Schroepfer (CTO)
  • Chris Cox (CPO)
Marka
DahatinZêdebûn US$ 159,32 trîlyon (2020)
Karsaziya dahatinê
Zêdebûn US$ 32,67 trîlyon (2020)
Dahatina netZêdebûn US$ 29,15 trîlyon (2020)
HebûnZêdebûn US$85,97 trîlyon (2020)
SermiyanZêdebûn US$ 128.29 trîlyan (2020)
XwedîMark Zuckerberg (parçeyê kontrolê)
Hejmara karkeran60.654 (31ê adara 2021ê)
DabeşkirinLaboratorên Rastiya Facebookê
Malpermeta.com

Meta hilberîna karûbarên pêşkêşî dike, di nav de Facebook, Messenger, Facebook Watch û Portala Facebookê ye. Di heman demê de Oculus, Giphy û Mapillary jî bi dest xistiye û di Platformên Jio de xwediyê 9,99% ye.[5]

Di çiriya pêşîn a 2021an de, dezgehên ragihandinê ragihandin ku rêxistina hevparê Facebookê plan kiriye ku navê xwe wek "baldariya xwe li ser avakirina metaverse biguherîne.",[6] da ku ew paşê ew di 28ê çiriya pêşîn de wekî Meta hate nûvekirin.[7][8] Peyva "meta" bi yewnaniya kevn tê wateya "derveyî", ku motîvasyona paşerojê nîşan dide.[9]

Çavkanî