Sagrada Família
Basílica i Expiatori de la Sagrada Família, ku di nav gel de wek Sagrada Família tê zanîn, dêreke neqedandî ya li taxa Eixampleya Barselonayê, Ketelonya, Spanyayê ye ku hê di binê çêkirinê de ye. Ew dêra katolîk ya herî mezin a cîhanê ye ku avakirina wê hê didome. Sêwirana dêrê ji hêla mîmarê ketelan Antoni Gaudí (1852-1926) ve hatiye xêzkirin. Xebata wî li ser Sagrada Família beşek ji kelepûra Cîhanê ya UNESCO ye.[1] Di 7ê çiriya paşînê 2010an de, papa Benedîkt XVI dêrê ziyaret kir û ew basîlîkayeke biçûk îlan kir.[2][3][4]
Sagrada Família | |
---|---|
41°24′13″Bk 2°10′28″Rh / 41.40369°Bk 2.17433°Rh | |
Dewlet | Spanya |
Li beşa îdarî | |
Dirêjbûn | 90 m |
Pêk tê ji | |
Bilindahî | |
Adres | Mallorca, 401, Marina, 253, Provença, 450 i Sardenya, 314-318 |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Roja 19ê adarê 1882an avakirina Sagrada Família bi rêvebiriya mîmar Francisco de Paula del Villar dest pê kir. Di sala 1883an de Villarî Gaudí wekî mîmarê sereke girt û wî projeyê bi şêwaza xwe ya mîmarî û endezyariyê guhart, formên gotîk û yên Art Nouveau li hev kir. Gaudí jiyana xwe ya mayî ji projeyê re terxan kir, lewra ew di şîna dêrê de tê veşartin. Di dema mirina wî ya di sala 1926an de, kêmtir ji çaryeka projeyê temam bûbû.[5]