Kelepûra Cîhanê ya UNESCO
Kelepûra Cîhanê ya UNESCO an jî Şûnên Kelepûra Çandî yên Cîhanê ya UNESCO, ev şûnên ku ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, (UNESCO) ve wek Kelepûra Cîhanê tên parastin. Li gorî lîsteya UNESCOyê ya tîrmeha 2021ê, 1154 şûnên parastî li 167 welatan hene. Ji wan, 897 şûnên çandî, 218 şûnên xwezayî û 39 ji wan him şûnên çandî û him jî şûnên siruştî ne.[1]
Kelepûra Cîhanê ya UNESCO | |
---|---|
Logoya Kelepûra Cîhanê ya UNESCO | |
Pêk tê ji | |
Malper | whc |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ramana parastina şûnên Kelepûra Cîhanê
Ramana parastina Kelepûra Cîhanê ji sedsala 18an û vir de dihere jî, ew ji hêla UNESCOyê ve di sala 1954an de hatiye saloxdan:
„Damage to cultural property, belonging to any people whatsoever, means damage to the cultural heritage of all mankind, since each person makes its contribution to the culture of the world.“
Wergera bi kurdî
„Her zerara ku tê ser milkekî çandî, ne girîng e aîdî kîjan gelî be, tê maneyê zerareke mîratê dinyayê yê aîdî mirovatiyê ye, çimkî her gel bi tevkiriyê xwe li mîratê dinyayê serzêdeyiyê dike“
Her sal komîteya mîratên dinyayê yê UNESCO di hezîranê de dicive û biryarên bo mîratên nû yên wan parastin nîşan dike.
Krîterên bijartinê
Heta 2004an, şeş krîter ji bo mîrata çandî û çar jî ji bo mîrata xwezayî hebûn. Ev di 2005an de hatiye guhartin ku niha deh krîter hene. Divê şûnên werin bijartin xwedî "nirxeke gerdûnî ya berbiçav" bin û bi kêmî ve yek ji van deh krîteran bi cih bînin:[2]
Krîterên çandî
- "Şûneke ku şahesereke aferindêriya mirovahiyê nîşan dide"
- "Şûneke bo herêmekê dinyayê, bo pêşketinên di teknolojî, avahiyê de bandorekê mezin ber dayî."
- "Şûneke ku bêkêmasî an şahane kevneşopeke aborî an aboriyêkê ku winda bûyî nîşan dike."
- "Şûneke ku şimşatê avahî, mîmarî, an teknolojiyê serdemekê an serdemên dinyayê temsîl dike."
- "Şûneke ku neştiyê mirovahî an werzeyê serdemekê dinyayêyê derbaz bûyî nîşan dike û bi raborînê demê re ew taybetiya xwe winda kirî."
- "Şûneke ku bêgengeşî û eşkera bûyer, şimşatê jiyanê, ramanên olî, hunerî û lîteratûrî bimane."
Krîterên xwezayî
- "Şûneke ku rindiyê xweza an herêmekê, an êstetîkê derekê nîşan dike."
- "Şûneke ku bêkêmasî gavên çaxên dinyayê, guherînê jiyanê, prosesên jeolojîk, guherînên jeomorfolojîk nîşan dide."
- "Şûneke ku bi şimşatekê şahane guherîn û prosesên okolojîk, bîolojîk û guherînên welat, av, berav, derya, ajelan an gil û giyan nîşan dide."
- "Şûneke ku têvaliyê bîolojîkê erdê û herêmekê nîşan dide û celebên êdî tehlîkayê winda bûnê îhtîva dikin û bo dinyayê bimane."
Galerî
- Kela Selahedîn (Sûrî)
- Mizgefta Mezin a Dîvrîgiyê (Bakurê Kurdistanê, Tirkiye)
- Qere Kilîsa (Dêra Reş) (Azerbaycana Rojava, Îran)
- Pîramîda Keops (Gîze, Misir)
- Peykera Azadiyê, li New Yorkê (DYA)
- Bedena Mezin a Çînî, (Çîn)
- Qesra Eyt Benhadû (Maroko)
- Chichen Itza, li Meksîkê
- Navenda Sankt Petersburgê (Rûsya)
- Shinto (Japon)
- Şkefta Destan (Cueva de las Manos) li Arjentînê
- Manastira Geghardê (Ermenistan)