Zimanê navaho

Navaho yan jî navajo (bi zimanê navaho: Diné bizaad) zimanekî ji malbata zimanên atabaskî ye. Xelkê navaho li başûrê rojavayê DYAyê dijî, bi taybetî li Arîzona û Nû Meksîkê. Zimanên atabaskî jî bi eslê xwe zimanên Kanada û Alaskayê ne.

Navaho
Diné bizaad
Welatên lê tê axaftin DYA
HerêmArîzona, Nû Meksîk, Utah, Kolorado
Axiverên zimanê zikmakî170.717 (2007)
Malbata zimanîDeneseyî
  • Zimanên na-dené
    • Zimanên atabaskî
      • Zimanên atabaskî yên başûr
        • Apaçeyiya başûr-rojavayî
          • Apaçeyiya rojavayî
            • Navaho
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-1nv
ISO 639-2nav
ISO 639-3nav

Belavbûna navahoaxêvan li DYA'yê.

Lewheyên bi zimanê navaho

Rewşa zimanê navaho

Zimanê navaho yê herî mezin ê di navbera Xwecihên Amerîkayê de ye. Di sala 2007an de hejmara navahoyan 170.717 [1] kes e. Piraniya navahoaxêvan li parêzgeha Navajo Nation dimînin, ji wan 2,9% ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî tu zimanê din nizanin. Bajarên ku tê de hejmara herî mezin a akinciyên navaho ne ev in: Farmington (16,5%), Gallup (12%), Flagstaff (10,3%) û Albuquerque (5,4%).

Çend nimûneyên zimanê navaho

Bi navahoBi kurdî
Yáʼátʼééh!Rojbaş!
Haashyitʼéego kééhótʼį´?Tu çawan î?
Yáʼátʼéego kééhashtʼį´.Ez baş im.
Nishąʼ?Tu?
Yáʼátʼéehgo.Ez jî baş im.
AooʼErê
DoodaNa
bááhnan
tłʼohchinpîvaz
av
chʼil gohwééhçay
gohwééhqehwe
ahéheeʼ!sipas!
Daʼ diné bizaadísh bee yáníłtiʼ?Tu bi navaho dizanî?
Daʼ kʼóódii bizaadísh bee yáníłtiʼ?Tu bi kurdî dizanî?
Áłchʼį´į´dígo bee yáshtiʼ.Ez hindik dizanim!
Ayóí ánóshʼní!Ez ji te hez dikim!
Hágoóneeʼ!Bi xatirê te!

Çavkanî

Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (18.08.2011).