Aleksey Navalnî

Aleksey Anatolyevîç Navalnî (bi rûsî: Алексей Анатольевич Навальный, Aleksey Anatol'evich Naval'nyy, jdb. 4 hezîran 1976 – m. 16 sibat 2024) kesayetekî opozîsyona rûsî,[1][2] parêzer û çalakvanek dijî gendeliyê bû. Ji sala 2009an ve bi rexneyên wî yên li dijî serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û rexneyên wî yê li dijî gendeliya li welêt di medyaya rûsî û di medyaya cîhanê de navdar bibû. Navalnî ji aliyê Wall Street Journal ve wekî "mirovê herî zêde ku Vladîmîr Putîn jê ditirse" hatibû binavkirin.[3] Navalnî endamê Konseya Koordînasyona Opozîsyona Rûsyayê, serokê Partiya Pêşkenê û damezrînerê Weqfa li Dijî Gendeliyê (FBK) bû.[4] Di sala 2020an de ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê wekî berendam hatibû hilbijartin.[5]

Aleksey Navalnî
Image dans Infobox.
Leader of Russia of the Future (d)
-
Ivan Zhdanov (en)
Leonid Volkov (en)
Leader of Russia of the Future (d)
-
Ivan Zhdanov (en)
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bûtîn (en) (Moscow Oblast (en), Rûsya)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (47 salî)
Corrective colony No. 3, YaNAO (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cihê goristanê
Borisovskoye Cemetery (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Алексей Анатольевич НавальныйLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Moskow (heta an)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Yale World Fellows (en)
Peoples' Friendship University of Russia (en) (heta an)
Finance University under the Government of the Russian Federation (en) (-)
Yale University (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Bav
Anatolî Navalnî (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Lyûdmîla Navalnaya (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Oleg Navalnî (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Zarok
Darya Navalnaya (d)
Zaxar Navalnî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Aeroflot (en) (-), Anti-Corruption Foundation (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Siyaset, jurisprudence (en), Opozîsyon, rights in politics (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiyên siyasî
Yabloko (en) (-)
Progress Party (en) (-)
Russia of the Future (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Yale World Fellows (en)
Russian Opposition Coordination Council (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bejn
1,89 mLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partenaire commercial
Ruslan Shaveddinov (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cezayê birrî
Embezzlement (en) (), sextekarî (en) (), extremism (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Ketiye girtîhê
Corrective colony No. 2, Vladimir Oblast (en) (-), IK-6 Penal Colony (en) (-), Corrective colony No. 3, YaNAO (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Xelat
Lîsteya berfireh
The BOBs (en)
Person of the Year (en) ()
FP Top 100 Global Thinkers (d) ()
Prize of the Platform of European Memory and Conscience (d) ()
Silver Play Button ()
Time 100 ()
Gold Play Button ()
Knight of Freedom Award (en) ()
Courage Award (d) ()
Boris Nemtsov Prize (d) ()
Xelata Saxarov ()
M100 Media Award (d) ()
Civil Courage Prize (en) ()
Bambi Award (en) ()
Günter Walraff award (d) ()
Dresden Prize (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Dengê qeydkirî
Bilêvkirin
Xebatên navdar
Putin's Palace (d), Don't Call Him Dimon (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Aleksey Navalnî
Şanenav
Wêneyê goristanê

Zêdetirî çar milyon aboneyên YouTube û zêdetirî du milyon şopînerên wî yê Twîtterê (X) hebûn.[6][7] Navalnî bi rêya van kanalan, materyalên di derbarê gendeliya li Rûsyayê pêk dihatin diweşand, xwepêşandanên siyasî organîze dikirin û piştgirî dida kampanyayên opozîsyonê. Di hevpeyvîneke radyoyê ya sala 2011an de, wî partiya desthilatdar ya Rûsyayê, partiya Rûsyaya Yekbûyî, wekî "partiya xapînok û diz" binav kir ku bi van axaftinên xwe dibe navekî populer. Navalnî gelek caran ji aliyê rayedarên Rûsyayê ve bi caran hatibû girtin.[8] Navalnî di du dozan de, yek di tîrmeha sala 2013an de û di doza din de jî di kanûna sala 2014an de 2 cezayên girtîgehê werdigire û di her du cezayan de hatiye taloq kirin.[9][10] Ji bo her du dozan bi berfirehî hatiye fikirîn ku siyasî ne û bi dozan hatiye xaye kirin ku nehêlin ew di hilbijartinên pêşerojê de bibe namzedê hilbijartinan.[11] Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi van dozan mafê darizandina adil a Navalnî hatibû binpêkirin. Navenda Mafên Mirovan a Memorial ku navenda saziyê li Rûsyayê ye, di sala 2013an de Navalnî wekî girtiyê siyasî nas kir.[12]

Jehrbûna bi novîçok û dermankirina wî li Almanyayê (2020)

Di 20ê tebaxa sala 2020î de Navalnî ji ber jehrîbûna novîçok di dema ku bi balafirê ji Tomskê ber Moskowê ve diçû rakirin nexweşxaneyê û di dema jehrkirinê rewşa tenduristiya wî di rewşek giran û stabîl dimîne.[13][14] Navalnî bi balafirek bijîjkî ber bi Berlînê ve hate veguhestin li Berlînê tê dermankirin û di 22ê îlonê de ji nexweşxaneyê tê derxistin.[15] Yekîtiya Ewropayê û Brîtanya ji ber jehrîkirina Navalnî cezayê tengasiyê li dijî şeş karbidestên payebilind yên rûsî û navendek kîmyayî ya dewletê dane destpêkirin.[16][17]

Vegera wî bo Rûsyayê û desteserkirina bi destê rejîma Putîn (2021)

Navalnî di 17ê kanûna paşîn a sala 2021ê de vedigere Rûsyayê û piştî gihîştina Rûsyayê demildest tê binçavkirin.[18][19][20] Piştî girtina wî û weşandina belgefîlma qesra havînê ya ku Pûtîn bi gendeliyê sûcdar dike, li seranserê welêt xwepêşandanên girseyî pêk hatin.[21] Di 2ê sibatê de, cezayê wî yê taloqkirî bi cezayê girtîgehê hat guhertin, bi vî awayî hate texmînkirin ku Navalnî herî kêm zêdeyî du sal û nîvan di girtîgehê de bimîne.[22][23] Di encama mehkûmkirina wî ya yekem de, Navalnî ji bo beşdarbûna hilbijartinên serokatiyê heta sala 2028an hatibû qedexekirin.[24]

Zindankirina wî (2022)

Di adara sala 2022an de, Navalnî bi neh sal cezayê girtîgehê tê ceza kirin.[25] Hemî bervêdanên wî (îtiraz) hatin redkirin û di meha hezîranê de ew sewqî girtîgeheke xwedî ewlekariya herî bilind kirin.[26] Di tebaxa sala 2023an de, Navalnî bi sûcdar kirina tundrewiyê 19 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn.[27] Navalnî amaje bi vê yekê kir ku cezayê wî bi qasî emrê wî ye yan jî bi qasî heyama rejîma siyasî ya li welêt e.[28] Di kanûna sala 2023an de, Navalnî bi qasî sê hefte di girtîgehê de winda bûye û piştî sê hefteyan hatiye eşkere kirin ku di zindaneke nû ya li okrûga xweser a Yamalo-Nenets de ye.[29][30]

Mirina wî

Di 16ê sibata sala 2024an de servîsa girtîgehê ya Rûsyayê îdîa kiriye ku Navalnî ji ber tîrbûna xwînê, jiyana xwe ji dest daye. Aleksey Navalnî di 47 saliya xwe de di girtîgeha FKU IK-3 li Xarp (Okrûga otonom a Yamalo-Nenets) de jiyana xwe ji dest dide.[31][32]

Çavkanî