Awêne
Awêne, mirê(k), ji alav û rûbarên şemareng, ên pirraniya tîrêjan şûnve didin re tê gotin. Awêne şewqvedêrek e. Ji berberî, bijîşkiyê heya fezagerî û pîşesaziyê di gelek warên jiyana mirovan de tê bikaranîn. Di devokên kurdî de xwedîk (xodîk), qodî, hêlî jî tên bikaranîn.
Ferhengoka awêneyê (mirêyê)
- Neynik, eynik, eyne, hevweteya awêneyê de, di zimanê romî (tirkî) de herwiha ayna
- Lîlik, awêneyên destan, ên herî biçûk
- Dûrbîn, ew jî mirêkek e, di deryavaniyê de pirr tê bikaranîn
Awêneyên berê ji biriqandina hin lajwerdan bû. Mirovan pirr berê pêderxistibûn ku vedêriya tîrêjê gengaz e, lewra xwe di avê de didîtin.
Mirêkên niha ji pelikên zîrav ên şewqvedêr tên çêkirin. Pelikên zîv, bafûn, platîn, hin têkelên kromê û lajwerdên din ên tîrêjvedêr in, li rûyê caman tên zeliqandin.
Formên awêneyê
- Awêneya lêlatî
- Awêneya konveks
- Awêneya kovî, awêneyên kovikî, awêneyên rûbara wan de valahî hene yên berberiyê jî li vê komê tên hejmartin
- Awêneyên kêrbar, awêneyên endustriyê, bi hezaran awa û cureyên wê hene
🔥 Top keywords: DestpêkTaybet:Guhertinên dawîTaybet:LêgerînÇarşema SorWîkîpediya:Portala komêZoravaŞerê Cîhanî yê DuyemWîkîpediya:Derbarê Wîkîpediyayê deLîsteya navên kurdîAlîkarî:NaverokXola Nayab a KurdistanêPortal:Bûyerên rojaneŞadiyanPortal:NaverokWîkîpediyaBuse MeralWîkîpediya:Gavên pêşîBakurê KurdistanêŞêx EbdurehîmIdrissa DiarraBangûyîAgirîKurdistanWîkîpediya:FerexetnameSerhedKurdHevsengiya germahiya cîhanêZimanê kurdîXinûsGotûbêja bikarhêner:MidealWîkîpediya:DîwanMac OS XAwat BokanîAmedTirkiyeDîroka KurdistanêTaybet:MyTalkBikarhêner:Baran RuciyarÇarşema Reş