Berfî

Berfî, zembeq navê komekê riwekên kulîlkdar e ji famîleya lîliyan (Liliaceae) ku pîvaz, tule jî dikevinê.

Sosin navê komekê kulîkan e

Ji binekoma Lilium. Riwekeke werzane (demsalane) ye. Nêzîkê 110 cureyên vê riwekê hene. Berfî pirranî bo baxçeyan tê çandin. Li hin welatan kokên wê dixwin. Li hin deveran bi şaşî jê re leylank jî dibêjin lê leylank ne ji vê komê ye, ne ji berfiyan e.

Cureyên berfiyên yên li Kurdistanê navdar in

Mixabin ji ber ku li ser floraya Kurdistanê xebateke zanistî nehatiye kirin, navê van cureyan ên latînî çine ne diyar e.

  • Zembeq, sosina spî (Lilium candidum)
  • Berfiya sor (Lilium pomponium)
  • Berfiya martagî (Lilium martagon)
  • Berfiya belek ?
  • Pûlik ?
  • Berfiya qamîşan (Lilium bulbiferum)
  • Berfiya Kranjskayê, berfiya Karniyolayê (Lilium carniolicum)