Îndra
Îndra (Sanskrît, nêr, इन्द्र) xwedayekî Hindî ye, lê di jiyana îro ya olî de zêde dewr û bandora wî nîne. Di ola beriya Hindûîzmê ango Vedî de Îndra mezintirîn xwedayê şer, bahoz û baranê yê ezmanan e. Li gor vê olê bêyî Îndra serketina di şer de ne mumkin e. Ew xwedayê çîna şervanan Kshatriya bû. Li gor Vedayê ew e yê dikuje (hantá vrtásya), ew e yê ku avê radiwestîne (digewimîne), ew mar e (ahî) û ew têkbirê hemû berxwedanan e (hantá vrtásya). Ew bi gewriya xwe hût dikuje û mangeyan (çêlekan) ji latê rizgar dike (vala). Îndra cîhangîr mezin e û herdem somayê vedixwe, soma vexwarinek e ku serxweş dike. Ew dewlemendiyê peyda dike, dewlemendiyê weke xelatê belav dike û derewan ceza dike. Xwedayên din ên Vedî Agnî û Varûna ne.
🔥 Top keywords: DestpêkTaybet:Guhertinên dawîTaybet:LêgerînÇarşema SorWîkîpediya:Portala komêZoravaŞerê Cîhanî yê DuyemWîkîpediya:Derbarê Wîkîpediyayê deLîsteya navên kurdîAlîkarî:NaverokXola Nayab a KurdistanêPortal:Bûyerên rojaneŞadiyanPortal:NaverokWîkîpediyaBuse MeralWîkîpediya:Gavên pêşîBakurê KurdistanêŞêx EbdurehîmIdrissa DiarraBangûyîAgirîKurdistanWîkîpediya:FerexetnameSerhedKurdHevsengiya germahiya cîhanêZimanê kurdîXinûsGotûbêja bikarhêner:MidealWîkîpediya:DîwanMac OS XAwat BokanîAmedTirkiyeDîroka KurdistanêTaybet:MyTalkBikarhêner:Baran RuciyarÇarşema Reş