Şerab

Şerab an jî di mîtolojiya kurdî wek şorav, xwînî, wîn tê naskirin (bi latînî: vinum) vexwarineke alkolîk e ku ji tiriyan (tirî, tirih, tirab) tê çêkirin û li Kurdistan û Anatolyayê ji demên gelek kevnare tê çêkirin.[1][2][3][4][5][6]

Şerab
Pêk tê ji
  • red wine
  • white wine
  • sparkling wine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Şeraba fransî

Gorî cureyê tirabê, şerab jî dikare sor, reş an spî be. Hin cureyên şerabê hene ku ji fêkiyan û birincê tên çêkirin lê ne ewçend navdar in.

Etîmilojiya şerabê

Şerab ji latînî (vino, vinum) derbasî zimanên rojavayî bûye. Tê texmînkirin ku cara pêşîn di sefera Îskenderê Mezin a berî Hindistanê de Ewropayiyan şerab dîtine û birine wir. Vin (bilêvkirina kurdî: vîn), gorî hin zanyaran ji bêjeya gwini (wekî xwînê) ya gurcî derketiye.[çavkanî hewce ye]

Bi hatina ereb û îslamê wekî huner, muzîk, wênesaziyê alkol û şerab jî hatiye qedexekirin. Bi texmînî bêjeya şerab ji demê şûnde wekî macazî ketiye zimanê kurdî û zimanên din ên îraniyan (lewra ew jî pirranî ola îslamê dihewînin).[çavkanî hewce ye]

Kurtedîroka şerabê

Wîsle, alaveke kevnar e ji bo givaştina tirî û çêkirina şerabê ye.

Li gorî zaniyaran, bi taybetî li herêmên wekî Kurdistanê[1][2][3][4][5][6] û bi giştî li deverên Hîvika Derametbar di sedsala 6'em a beriya zayînê de hatiye çêkirin. Ji bo vê yekê texmîn dikin ku dibe ku destpêka çêkirina şeraban li vê herêmê be; wekî din, navê tiriyê di gelek zimanan de wekî bi zimanê kurdî ye. Ji ber ku şorîn e, di çanda devkî ya kurdî de wekî şorav, şorab, şerab hatiye binavkirin[çavkanî hewce ye]. Di zimanên îranî yên kevn de ab (av) e.

Dîsa di şarezayiya Misirê û ya Yewnanistana kevnare de jî hilberîna şerabê bipêşketî bûye. Di ola xristiyaniyê de şeraba ku bêî tevlîbûn e, wekî vexwarineka pîroz hatiye destnîşankirin. Herwekî di ola zerdeştiyê, elewîtîyê de jî cihekê xwe yê girîng heye.

Şerab di çand û hunerê de sîmbola evînî û bohemyayê ye. Gava mirov behsa şerabê bike, divê mirov helbestvan û fîlozofê faris Omer Xeyam ji bîr neke.

Piştî belavbûna ola îslamê li Kurdistanê tê gotin baxçeyên tiriyan ên bêhempa hatine qedexekirin û tunekirin. Lewra îslamê hemî cureyên vexwarinên eywankirî qedexe kiriye. Lê îro kêm be jî li Mêrdîn, Dîlok û Rihayê dîsa hilberîna şerabê ji tiriyên Kurdistanê tê kirin.

Welatên ku di rêza sereke de hilberînê dikin

Çavkanî