Krîza dîplomatîk a Qeterê 2017

Krîza dîplomatîk a Qeterê di 5ê pûşpera 2017an de derket. Çar welatên erebî Erebistana Siyûdî, Behrên, Îmarat û Misirê peywendiyên xwe yên dîplomatîk li gel Qeterê qut kirin [1]. Piştî van 4 welatan 3 welatên din jî têkiliyên xwe li gel Qeterê qut kirin[2]. Piştî van welatan welatê Senegalê jî pêwendî qut kirin [3].

Piştî qutkirina pêwendiyan Tirkiye û Îranê piştgiriya xwe ji bo Qeterê îlan kir.[4] [5]. Dewleta Îranê çar firokeyên alikariyê şandin Qeterê [6]. Tirkiyê tezkereya leşkerî bi awayek lezgînî derxist ku artêşa Tirk biçe Qeterê [7]. Wezîrê derve yê Qeterê Şêx Muhammed bin Abdurrahman es-Sani jî got ji bo ewlehiya herêmê artêşa Tirk wê were Qeterê [8]. Piştî van agahitan Artêşa Tirk îlan kir ku heyeteke leşkerî a sê kes tê de, ji bo zanîn û bicihkirina leşkerê Tirk çûn Qeterê[9].Li pişt vê bûyerê li gor angaştan Qeter alikariya terorê dike û têkiliyên nêzik di gel Îranê ava dike. [10]

Çavkanî