Kurdiya jêrîn

Kurdiya jêrîn yek ji zaravên zimanê kurdî ye.

Kurdiya jêrîn
Kurdî xwarig, kurdî
Welatên lê tê axaftin Îran
 Îraq
Herêm Kurdistan
Axiverên zimanê zikmakî4 milyon heya 6 milyon be Kelhurî, Lekî û Hewramî diaxiwin
Malbata zimanîZimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3sdh

Nexşeya Zaraveyên Kurdiya jêrîn

Derbarê kurdiya jêrîn

Kurdiya jêrîn/başûrî yek ji tayên zimanê kurdî ye ku pitir nêzî kurdiya navîn an soranî ye. Ji ber ku kurdiya jêrîn ketiye navbera farisî, lurî, soranî û hewramî taybetmendiyên xwe hene.Herwiha li gor ol û ayîn jî pitir kurdên yarsan û şî'e bi devokên jêrîn diaxvin. Îro pitir ji çar milyon kes bi kurdiya jêrîn diaxivin.

Devokên kurdiya jêrîn

  • Kirmaşanî: devoka sereke ya kurdiya jêrîn ku pitir li nav bajar û parêzgeha Kirmaşanê tê bikaranîn.
  • Kelhurî: pitir li bajarên Gîlan û Şabadê û Eywan tê bikaranîn.
  • Mayani: pitir li bajarên Kengawer û Sehna û Bêston û Esedabad tê bikaranîn.
  • Lekî: pitir li bajarên Leknişîna Kirmaşan û Luristanê mîna Hersîn û Elişter tê bikaranîn.
  • Feylî: pitir li Bexda, derdora Xaneqîn û Bedre tê bikaranîn.
  • Şêxbizinî: kurdên ku çen sed sal berî niha ji derdorên Kirmaşan û Silêmanî hatine veguhastin bo Anatolî û Tirkî û pitir li Heymane dijîn[çavkanî hewce ye].

Belavbûyîna kurdiya jêrîn

Kurdiya jêrîn bêhtir li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê tê axaftin. Li rojhilata Kurdistanê heremên Lekistan li parêzgeha Luristan û Bîcar li parêzgeha Sine jî jêrînaxiv in. Herweha ji Xaneqîn berev jêr de hevsînor digel parêzgehên Kirmaşan û Îlamê kurdiya jêrîn tê bikaranîn. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkyeyê jî li çend deveran devoka şêxbizinî tê axafitin.

Kurdiya kirmaşanî ligel zaravayên kurdî yên din

KirmaşanîSoranîKurmancîZazakîHewramî
MinMinEz, MinEzAmin, Min
TuToTu, teTi, ToTo, Etû, Tû
Min kemMin dekemEz dikimEz kenuAmin/Min mekerû
Min çimMin deçimEz diçimEz ŞonuMin milû
Fere, fireZorPir, Gelek, ZafZafZor/fira
WitGot/WitGotVatWat/vat
Îrenge, ÎseÊstaNiha, Vêsta, NikaNikaîse
Hat-Hat-Hat-ame-ame-
DengBang, DengDengVengDeng
Gewre, QeüGewreGewre, Gir, MezinPîlGore
WaBaBaVaVa/Wa
WaranBaranBaranVaranBaran
Xeraw, GenXirapXirab/genîXirabXirab

Mijarên têkildar