Tav

Tav an hetav, ronahî û tîna rojê ye.

Tav, tîrêjên elektromagnetîk e ku ji aliyê Rojê ve tê derxistin, bi taybetî beşek ji ronahiya infrasor, xuyang û ultraviyole ye. Li ser rûyê erdê, tav di nav atmosfera erdê de belav dibe û tê fîltrekirin, û dema ku Roj li ser asoyê ye wekî ronahiya rojê diyar e.