Wilhelm Wien

Wilhelm Carl Werner Otto Fritz Franz Wien (jdb. 13ê kanûna paşîn a 1864an li Gaffken a nêzîkî Fischhausen, îro Primorsk; m. 30ê tebaxa 1928an in München) fîzîknasekî alman bû. Sala 1911î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Wilhelm Carl Werner Otto Fritz Franz Wien
Jidayikbûn13ê kanûna paşîn a 1864an
Gaffken (nêzîkî Fischhausen, Elmanya)
Mirin30ê tebaxa 1928an
München (Elmanya)
EsilElmanî
BernavWilhelm Wien
Hevwelatî Almanya
Pîşefîzîknas
biguhêreBelge

Jiyan

Li malbateke feodal tê jiyanê. Li Königsberg dibistana amadeyî bidawîdike. Sala 1882 li zanîngehên Göttingen û Berlînê perwerdeyê dibîne. Di salên 1883–1885 de li laboratûaran dixebite û angaşta xwe ya doktoriyê dide. Li gelek zankoyan dersdariyê dike. Îro li Berlînê laboratûareke mezin bi navê wî heye.

Xebat û girîngiya wî

Wien gelek formûlasyon û zagonên fîzîkê çêkiriye. Sala 1893/94 bi navê zagonên Wien ên cihguhertinê zagonekî fîzîkî amadekiriye. Herwekî zagonên Wien ên tîna manyetîk jî heye. Bi navê Fîltreya Wien keşfekî wî jî heye.