Zimanê gîlekî

Ji bo maneyên din li Gîlekî binêre.

Zimanê gîlekî (bi farisî: گیلکی، گیلی‎, lat. gîlanî, gîlî) zimanek e, yê ku li herêma Gîlanî ya Îranê tê axaftin. Ew yek ji şaxên Hind û Ewropî û dikeve beşa zimanên îranî yên bakurê rojava.

Gîlekî
گیلکی Giləki
Welatên lê tê axaftin Îran
HerêmGîlan
Axiverên zimanê zikmakî2-4 milyon
Malbata zimanîZimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsêTîpên erebî
Kodên zimanî
ISO 639-3glk

Mirov dikare gîlekî bi sê paran bike: gîlekiya rojava, Gîlekiya rojhilat û galeşî (li çiyayên Gîlanê tê axaftin). Di navbera gîlekî û mazenderanî de, zimanekî dinî ji îraniya bakurê rojava ye, gorî wuşeyên xwe pir hevşibî he ye. Gorî hin çavkaniyan hejmara gîlekîaxêvan di 1993'an de dorî 3 milyon kes bû.

Gîlekî bi zimanê zazakî ve jî, ji hin hêlan de pir li hev tên. Bi zimanê farisî ve jî, ji hêla rêzimanî jî gelek cidatî peyda bûne. Di zimanê gîlekî de hembera farisî (û gelemperî hembera kurdî) rengdar û tûnîkerli ber tûnîbûyîn xwe tên.

  • Nola ku di gîlekiya rojava de mêhin zakan (zarokê mêhîn) (farisî, beçayî mêhîn); gîlekiyê rojhilat de xirsî kutî (çêla hirç) (farisî, beçî xers).
  • Mînakî bo rêngdaran: gilekiya roava pîlla-yî zakan (zarokê mezin), sûrx gul (gola sor); gîlekiya rojava: sard aw (ava sar) (farisî, abî sard ), kul çaqû (kêra tûj) (farisî, çaqû-yî tîz).

Berhevdana gîlekî û kurdî

GîlekîKurmancîKirmanckî/Zazakî
zay/zakzarokdoman, qîj
ĵorjorcor
kîĵa/kilkakeç, kîjkêna,çêna
daardardar
bûşûbiçe (here), biçoso, şo
purdpir, pirdpird
zamazava, zamazama
çê gûdinçêkirinpêrotene, viraştene
xûrewr, hewr
kîlîk (gîlekiya kevnar)kûleke
rîkarole (xortê/a biçûk)xortî, gencî
jeqeleçikole
rûja (stêrk)rojroz/roc, tîj
dîmdemûçew, devûçev, dirûvrêçe

Çavkanî

Girêdanên derve