Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî ye. Xwediyê wan gotinan ne belî ye û di bingeha xwe de gelek caran hatine guhertin. Gotinên pêşiyan, ew gotin in ku çîrokekê , nêzîkatiyekê, an perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne zimên ku tim di hişê mirov de bimîne û mirov bi hêsanî bikaribe ji yekî/e din re jî bêje.
Çend Mînakên Cûrbecûr ji herema Oxîyê ya nivîsandî:Canê Elî
Ji gayê bor re hincet fîtik e .Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne .Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin .Dema mirov kal dibe, zarok tilîkan davêjin mirov .Ker bi ku ve here jî ker e .Şîrê kerê encax dehşekê mezin dike .Mirov pîvazê nexwe bêhn ji devê mirov nayê .Şîreta kerê palasa wî ye .Bi fisan çarşef boyax nabe .Bi tirr û fisan hundir germ nabe .Hêter çi qas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hev bin .Dijminê bavan nabin dostê lawan .Dostê bavan nabin dijminê lawan .Rih dibe bihost, dijmin nabe dost .Mala bavê meydan e mala xezûr zindan e .Kûsi miskê naxwe .Mêr çol e jin gol e .Ne bihara dûbihar, ne jî pîra diranzêr û guh bi guhar .Seg (kûçik) goştê seg naxwe .Nokê rabû li kokê .Şahidê rovî dêla rovî ye. Dims bi sebrê nabe helaw. Dema seydê gûyê tajî tê. Çavê li deriyan xwelî li seriyan. Dengê defê ji dûr ve xweş tê. Menêre li bejnê, binihêre li vînê. Nan û mast taştiya rast, nan û dew taştiya derew. Here ba wî yê te bigrine, meçe ba yê te bikenîne. Gişkê neda ber nîskê. Dinya bi dor e, sire tê gahay bor e. Deriyê xeratan bi benan girêdayî ye. Deriyê xwe bigir cîranê xwe meke diz. Destê xebitî li ser zikê têr e. Destiyê bivir ne ji darê be dar nakeve. Dev dixwe rû fedî dike. Dêhn ne dêhn in, ê ji wan bawer dikin dêhn in. Dê û dotê şer kirin, bêaqilan bawer kirin. Dibêjin tu li rê, qeda û bela li rê. Dilê şivên bixwaze dikare ji nêrî şîr derxe. Dilê tirsonek sîng û berên gewr nabîne. Dinya gul e, bêhn bike û bide hevalê xwe. Dinya li dinyê, çavên gur li mîhê. Ku dît ez im, ku nedît diz im. Ku dijminê te gêrîk be jî hesabê xwe bike. Dûr bi nûr e. Eger xêr bê welatekiwê bigihije hemî cihê welât. Erd birinc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dibe. Eyarê bênamûsa firehe. Ez çi dibêjim bilûra mi çi dibêje. Ez ezim tu tuye. Ez hêdi dimeşim bela dighê mi, ez zû dimeşimez dighêm bela. Ê dizya hingiv bike wê mêş pêvedin. Ê jinê berde li paniyê nanêre. Ê ne di şerde be şêre. Ê rabe cihê wi, ê bimre jina wi dimine. Êş hat Şam'ê, ecelhati mirin. Fala qereçiya lihev derdikeve. Feqir çûn xwe daliqinin ditin ku dewlemend li ba dibin. Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana. Giha dibin kevirde namine. Gotna rast bi mirov ne xweş tê. Gul ew gul bû baran ji lê hat şil bû. Gur dikujin qijak dixun. Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket. Hechecikê silava li hecêk. Hemi çêlek tên dotin, hemi gotin nayên gotin. - Hem ji dêrê bû hem ji ji mizgeftê. Hem serê xwe dişkine hem ji xercê xwe dide. Here miletan, bigre adetan. Her giha li ser koka xwe şin tê. Her kezizerek simbêlsorek li himbere. Her tişt ji ziravi mirov ji stûri diqete. Heta mi xwe naskir mal li xwe xelas kir. Hevalê bêje "heval heval" mede dû. Heyfa ciwaniyê pîrî li pêye. Heywana tu bigerinî wê erzan bibe. Hin dikin, hin dixon. Hingivê debeye di eyarê kâçikdaye. Hûrik hûrik dagir tûrik. Ji hirçkê du eyar dernayê. Jin kelehe mêr girtiye. Ji pira pir diçe ji hindika hindik. Ji rovi fenektir tune ji eyarê wi pirtir tune. Ji xelkêre masigiro ji xwere kwêsigiro. Kanya ku tu avê jê vexwi kevra navêjyê. Karê ne ji mire bayê wê di ser mire. Keçkê bêbav çiyayê bêav. Keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe weris ji diqete. Kerê miri ji gur natirse. Kes nakeve gora kesi. Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake. Kumê rasta tim qetyayiye. Kurmê şiri heta piri. Ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve. Kûçik ji kê bitirse bi wi ali direye. Lê kaliyê lê koriyê; mirin çêtireji feqiriyê. Li bejnê neri bi zêra kirî, laçek rakir kertkê guri. Li kerê mirî digere ku nala jêke. Mala me li çoyê meye; çoyê me li ser milê meye. Malê axê diçe canê xulêm dêşe. Malê çamêrki û xesiski wek hev dire. Mal li ser malê nabe. Mal mala teye lê bi alyê firaxa nere. Meger li newala nebin xeyala. Mêja Kurmanca ne ibadete, adete. Mêrê qels du cara şer dixwaze. Mirin mirine xirexir çiye? Mirişka bigere wê lingê wê bi zelq be. Mirov bi carkê qûnek nabe. Mirov xwe bi destê xwe ne xurine xura mirov naşkê. Nabêjin kê kir; dibêjin kê got. Nan û pivaz hebe nexweşi çavreşiye. Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir. Ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabiyê bin. Ne fene, ev çi dar û bene? Ne xwar ne da hevala, geni kir avêt newala. Nivişta bê tişt, xwedyê xwe kuşt. Pisik ne li male mişk Evdirrehman'e. Pivaz, çi sor çi sipi. Qantir nazê xwê şin nayê. Qedrê gulê çi zane; kelbeş divê kerê reş. Qûna wê qûna mirişkêye hêkê qaza dike. Reng rengin, sor bi dengin. Rûyê reş ne hewci teniyêye. Serê du berana di beroşkêde nakela. Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano. Simbêl bi pisika ji heye. Şahdê rovi terya wiye. Şeb û şekir çûn Diyarbekir, şekir rûnişt deng nekir, şeb rabû pesnê xwe kir. Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire. Şeva reş keleha mêraye. Şeytên gotiye "ê li xwe bi heyire ez di winim. Şêr şêre; çi jine çi mêre. Şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez ji heryê. Şûr kalanê xwe nabire. Ta bi ta dibe rih. Taji bi zorê nare nêçirê. Teyrê ku goşt dixwun nikilxwarin. Timayi birakuje. Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkra. Tîr bikî dan diçe,rohn bikî nan diçe Tu bi hiriba tê li nav keri ba. Tu cehnemê nebini buhuşt bi te xweş nabe. Tu çi têxi kewarê wê ew bê xwarê. War ew ware lê bihar ne ew bihare. Wê ev hevira hin gelek avê hiline. Xeber çekê jinêye. Xeta xwar ji gayê pire. Xwedê ji yekire xera bike diranê wi di pelûlê de dişkê. Xwedyê xêra dibe evdalê ber dêra. Xwestek û kodik bi şûnde? Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike. Ya nare aş ya ji dire aşvan dikuje. Yarê diya mi yek ba minê bi dendikê bihiva bi xwedi bikra. Zikê zaroka tijeye lê zimanê wan nagere. Zimanê dirêj darkukê serê xwedyê xwe ye. Zor gêzerê radike. Çikas ser saxbe ewkas kûn we nenera bibîne