Rabindranath Tagore

Helbestvanê bengalî

Rabindranath Tagore (1861 – 1941) nivîskar, awazvan, ramanwer û nîgarsazek hindistanî bû.

Rabindranath Tagore
1915
Navê rastî
রবীন্দ্রনাথ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn7 gulan 1861 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin7 tebax 1941 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kolkata Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîBritish Raj Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Xwendegeha Bilind a Londonê
  • St. Xavier's Collegiate School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Gitanjali
  • Ghare-Bhaire
  • Bhanusimha Thakurer Padabali
  • Valmikipratibha
  • Kabuliwala Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Mrinalini Devi (1883–1902) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Rathindranath Tagore Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Debendranath Tagore Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Wêjeyê (1913)
  • Officer of the Order of the British Empire
  • honorary doctor of the University of Calcutta
  • Knight Bachelor Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tagore li bajarê Kalkotayê hat dinyayê û pirraniya jiyana xwe li Bengala wê demê borand lê li gelek derên dinyayê yên derveyî welatê xwe jî gerriya. Wî pêşî bi zimanê bengalî dinivîsî lê paşî wî bi xwe gelek ji berhemên xwe wergerrandin inglîzî. Tagore yekem asyayî bû ku sala 1913ê xelatê Nobel wergirt.

Berhemên Tagore mişe û gelek in. Wî bi xwe zêdeyî 2 000 helbestên xwe kirine stran û awaz bo wan danîne. Ew hê jî li welatê xwe pirr tê hezkirin û bi taybetî bi helbestên xwe yên strandî nemir e.

Tagore bawer dikir ku armanca mezin ya mirovî divê ew be ku xwe û her tiştê heyî – Yezdan jî di nav de – yek û parvenebar bihesibîne. Yekem gav ber bi vê armancê ve ew e ku mirov her kesî ji xwe re bira bihesibîne. Evînek kûr hemberî siriştê û hemû jiyanê ji helbestên wî diyar e.

Dema Tagore helbestên xwe ji bengalî dikirin inglîzî, pirraniya wan kurt dikirin û carine çend ji wan digihandin hev û dikirin yek helbest. Loma carine dijwar e bêt zanîn ka kîj helbesta bengalî serekaniya ya inglîzî ye. „Dixwazim dil û kakila helbestên xwe yên bengalî bidim wergerrên wan yên inglîzî… Helbestên min yên inglîzî ne kopiyên lê teyisokên yên bengalî ne“, Tagore nivîsiye.

Helbestên vê berhevokê ji sê dîwanên wî yên inglîzî hatine wergirtin û wergerrandin: Fruit-Gathering (çapa yekem 1916), Lover’s Gift and Crossing (1918) û Fireflies (1928).

Berhem

Berhemên Tagore bi bengalî

      Poetry
* Manasi1890(The Ideal One)
* Sonar Tari1894(The Golden Boat)
* Gitanjali1910(Song Offerings)
* Gitimalya1914(Wreath of Songs)
* Balaka1916(The Flight of Cranes)
      Dramas
* Valmiki Pratibha1881(The Genius of Valmiki)
* Visarjan1890(The Sacrifice)
* Raja1910(The King of the Dark Chamber)
* Dak Ghar1912(The Post Office)
* Achalayatan1912(The Immovable)
* Muktadhara1922(The Waterfall)
* Raktakaravi1926(Red Oleanders)
      Literary fiction
* Nastanirh1901(The Broken Nest)
* Gora1910(Fair-Faced)
* Ghare Baire1916(The Home and the World)
* Yogayog1929(Crosscurrents)
      Autobiographies
* Jivansmriti1912(My Reminiscences)
* Chhelebela1940(My Boyhood Days)

Wergerrên wan bi inglîzî

* Chitra(1914)[1]
* Creative Unity(1922)
* Fruit-Gathering(1916)
* Gitanjali: Song Offerings(1912)
* Glimpses of Bengal(1991)
* I Won't Let you Go: Selected Poems(1991)
* My Boyhood Days(1943)
* My Reminiscences(1991)
* Nationalism(1991)
* The Crescent Moon(1913)[2]
* The Fugitive(1921)
* The Gardener(1913)
* The Home and the World(1985)
* The Hungry Stones and other stories(1916)[3]
* The Post Office(1996)
* Sadhana: The Realisation of Life(1913)
* Selected Letters(1997)
* Selected Poems(1994)
* Selected Short Stories(1991)
* Songs of Kabir(1915)[4]
* Stray Birds(1916)[5]
      Works in Engligh
* Thought Relics(1921)[6]

Bi kurdî

  • Geliyê Giyanê Min Geş Bike, bijartin û wergerrandin: Husein Muhammed, 2006

Çavkanî

https://web.archive.org/web/20090810143551/http://www.geocities.com/mehname2006a/80/diyari2.html