Bexdenûs

Bexdenûs
Pelên bexdûnisê
Dabeşandina zanistî
Cîhan:Plantae
(ne aşkera ye):Angiosperms
(ne aşkera ye):Eudicots
(ne aşkera ye):Asterids
Kom:Apiales
Famîle:Apiaceae
Cins:Petroselinum
Cure:P. crispum
Navê zanistî yê latînî
Petroselinum crispum
(Mill.) Fuss
Hevwate

Apium crispum Mill.
Apium petroselinum L.

Bexdenûs, bilêvkirinên din bexdenûz, bextenûs, bexdûnis (navê zanistî yê latînî: Petroselinum crispum), hêşînahiyek ji koma gêjnakan a famîleya bexdenûsan e.

Pelên wê yên kesk ji bo tamxweşkirin û xweşikahî, wek garnîtûr tevlî şorbeyan, giraran û seleteyan tê kirin. Du cureyên wê tên çandin, ya belgmezin û ya belghûr û xingilok. Ji ya belgmezin re bexdenûs, a belghûrik re cehperî dibêjin. Pincar an jî dikakek ku di her malê û pêjgehê (midbex, kulîn, kûxnî) de wek biharbêhn (biharat) tê bikaranîn e.[1]

Dîrok

Tê bawerkirin ku welatê gêjnakan herêma Deryaya Navîn e ku tê de welatên mîna Îtalya, Alcerya û Tûnis hene.[2][3] Li welatên Ewropa weke giya, biharat û sebzeyê çandina wê tê kirin. Herwiha li Kurdistanê di nav baxçeyan de tê çandin.

Gotarên têkildar

Çavkanî