Gazên serayê
Gazên serayê, gazek e ku enerjiya radyanê di nav rêza infrasor a termal de vedihewîne û belav dike ku dibe sedema bandora serayê.[1] Gazên serayê yên sereke yên di atmosfera dinyayê de, dûkel a avê (H2O), karbondîoksît (CO2), metan (CH4), nîtrooksîtê (N2O) û ozon (O3) e.[2] Dema ku gazên serayê nebûna, germahiya navînî ya rûyê erdê dê li cihê 15 °C (santîgrat) ê, −18 °C, (santîgrat) bûya.[3][4][5] Xeyn ji astmosfera dinyayê li atmosferên Venus, Mars û Tîtanê jî gazên serayê hene.[6]
Xebatên mirovî ji destpêka Şoreşa Pîşesaziyê ve (li dora sala 1750an) tansiyona karbondîoksîtê ya atmosferê ji sedî 50 zêde kiriye, ji sala 1750an vir ve ji 280 ppm-an heta sala 2022an, gihîştiye 421 ppm-an.[7] Herî dawîn berê 3 milyon sal giraniya karbondîoksîtê di atmosferê de wiha zêde bûye.[8] Ev zêdebûn tevî vegirtin zêdetirî nîvê karbona heyî ya ku ji aliyê cûrbecûr jêderên karbonê yên xwezayî ku tê vegirtin, di çerxa karbonê de pêk hatiye.[9]
Li gorî rêjeyên belavbûna gaza serayê ya heyî, dibe ku germahî bi 2 °C (santîgrat) zêde bibe, ku Panela Navdewletî ya Guherîna Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî (IPCC) dibêje sînorê jorîn e ku heta sala 2050an ji astên "xetere" dûr bikevin.[10] Piraniya belavbûna karbondîoksîtê ya antropogenîk ji şewitandina sotemeniyên fosîl, bi taybetî komir, neft û gaza xwezayî, digel tevkariyên zêde yên ji hilberîna çîmentoyê, hilberîna zibilê, birînên darên daristanan û guhertinên din ên di karanîna axê de tê.[11][12]
Gazên serekeyên serayê
Gazên serayê yên sereke (GSS) ku bi xwezayî di atmosferê de hene ev in:
- Dûkela avê (H2O) û dilopên ava ewrê ku ji %72 ji bandora serayê ya xwezayî berpirsiyar in. Germbûna gerdûnî herikîna avê zêde dike ku erd pê zuha dibe ku bandora serayê zêde dike û okyanûsan germ dike.
- Karbondîoksîd (CO2) ku ji %65ê bandora serayê ya antropogenîk berpirsiyar e ku ji sala 1750an vir ve 47% zêde bûye.
- Metan (CH4) ku ji %17 bandora serayê ya antropogenîk berpirsiyar e ji ber potansiyela germbûna gerdûnî ya bilind, 34 qat ji ya bandora CO2 ya 100 salan de, wekhev e.
- Oksîda nîtros (nîtrooksîd) (N2O).
- Ozona troposferîk (O3)
Gazên serayê yên pîşesaziyê jî Halokarbonên wiha vedihewînin:
- hîdrokloroflorokarbonên, wekî HCFC-22 (bi freon).
- Kloroflorokarbonên (CFC).
- Hîdroflorokarbonên (HFC).
- Karbon tetraflorur (CF4);
- Sulfur heksaflorur (SF6) ve trîflorometîl sulfur pentaflorur (CF3-SF5)