Gelheya Cîhanê

Gelheya cihanê an jî gelheya dinyayê, hejmara mirovên ku li ser cîhanê dijîn e . Ji 1ê kanûna paşîn a sala 2017an pê ve li gorî rawêjên xurt gelheya cîhanê 7.475.182.600 e..[1] Heta niha 110 milyar mirov ji dayik bûne.

Xalên Werçexê

  • Gelheya cîhanê di sala 1802an de 1 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di sala 1927an de 2 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di sala 1961an de 3 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di sala 1971an de 4 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di sala 1987an de 5 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di 12ê çiriya pêşîn a sala 1999an de 6 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di meha çiriya pêşîn a sala 2011an de 7 milyar bû.

Ji bo salên pêş rawêjên gelheya cîhanê

  • Di sala 2020an de gelheya cîhanê dê 8.3 milyar bibe.
  • Di sala 2030an de gelheya cîhanê dê 9.6 milyar bibe.
  • Di sala 2040an de gelheya cîhanê dê 10.3 milyar bibe.
  • Di sala 2050an de gelheya cîhanê dê 12 milyar bibe.

Di birêzkirina gelheyê de 10 welatên pêş

RêzWelatGelheJi sedî.. ya
(Gelheya Cîhanê)
1 Çîn1.412 milyar19
2 Hindistan1.301 milyar17,5
3 DYA325 milyon4,4
4 Îndonezya259 milyon3,5
5 Brezîl206 milyon2,8
6 Pakistan192 milyon2,6
7 Nîjerya190 milyon2,6
8 Bengladeş163 milyon2,2
9 Rûsya142 milyon1,9
10 Meksîk127 milyon1,7
Têhev:4.317 milyar58,20

Çavkanî