Kazan

Kazan (bi tatarî: Казан, Kazan), paytexta Komara Teteristanê, benderekî mezin li berava çepê ya çemê Volgayê. Yek ji mezintirîn navendên aborî, siyasî, zanistî, perwerdehî, çandî û werzîşî yên Rûsyayê. Kremlîna Kazanê di lîsteya Nirxên cîhanî yên UNESCO'yê de cîh digire. Bajar di fermiyetê de wek paytexta Rûsyayê ya sêyemîn hatiye tomarkirin. Fermî û nefermî wek peytexta federalîzma Rûsyayê û paytexta teterên cîhanê tê binavkirin. Di sala 2005an de 1000-saliya bajêr hat pîrozkirin.

Kazan
Казань
MertalAl
(Mertal)(Ala)
Kazan li ser nexşeya Rûsya nîşan dide
Kazan
Kazan
Kazan (Rûsya)
Kargêrî
Welat Rûsya
DûgelRûsya
OblastTeteristan
Demografî
Gelhe1.143.535 (2010[1])
Berbelavî1865 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd425.3 km²
Koordînat55°47′27″Bk 49°06′52″Rh / 55.79083°Bk 49.11444°Rh / 55.79083; 49.11444
Agahiyên din
Koda postayê420xxx
Koda telefonê(+7) 843

Taybetmendiyên fîzîk-cografî yên bajêr

Wêneya fêzayî ya bajarê Kazanê (NASA)

Erdnîgarî

Dirêjahiya bajêr ji bakur heta başûr 29 km ye, berahiya ji rojava heta rojhilat 31 km ye. Li rojava, navend û başûrê rojavayê xwe bajar xwe disipêre çemê Volga. Li Kazanê pireyeke ku li ser çemê Volga re derbas dibe, heye. Di nav bajêr re çemê Kazanka derbas dibe û bajar dike du paran. Herdu parên bajêr bi pireyan û xetên metro ve tên girêdan.

Erdê bajêr raste û girî ye. Li navenda bajêr rasteyên bi navê Zabûlaçyê, Prêdkabanyê, Zakabanyê, Arskoyê polê û girên bi navê Kremlyovskî, Marûsovskî, Fêdoseyevskî, Ametyevo, Çiyayê yekemîn û duyemîn û her wek din, hene.

Bajar pirr avî ye, ji derveyî çemên Volga û Kazanka û şaxên wan gelek gol û lîtav hene. Sê golên herî mezin: Kabana jorîn, Kabana navîn û Kabana jêrîn; golên din: gola Lêbyajyê, gola Glûbokoyê, gola Hêşîn, golên sunî: gola Îzûmrûdnoyê, gola Komsomolskoyê û yên din.

Avhewa

Avhewaya Kazanê kontînental û navîn e. Di taybetmendiyên avhewaya bajêr de qers û germahiyên mezin tune ne, lewma kêm caran çêdibin. Herî pirr ba ji başûr û ji rojava tên. Bilindahiya berfê navîn e, herî pirr di mehên sibat û adarê de berf bilind dibe û digihîje 38 sm. Hejmara rojên sayî, ewrahî û girtî, 40, 169 û 149 e. Meha herî ewrahî çiriya paşîn e, yên herî sayî tîrmeh û tebax in. Biharê û payîzê mij çêdibin, di tevahiya salê de mij 16 rojan didomin. Germahiya navîn havînê +17-20 °C, zivistanê −12-9 °C.

Kazan
Diyagrama avûhewa
RRAAGPTGRKSB
 
 
33
 
−9
−16
 
 
27
 
−8
−15
 
 
27
 
−2
−9
 
 
37
 
9
1
 
 
37
 
19
8
 
 
70
 
23
12
 
 
68
 
25
15
 
 
68
 
23
13
 
 
52
 
16
7
 
 
48
 
7
1
 
 
44
 
−1
−5
 
 
37
 
6
−12
Germahî bi °C, Barîn bi mm
Çavkanî: wetterkontor.de
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Kazan
Rêb.Reş.Ada.Avr.Gul.Pûş.Tîr.Gel.Rez.Kew.Ser.Ber.
Bilindtirîn germahî (°C)−9,0−8,1−1,59,118,723,024,723,016,16,6−1,06,1Ø9
Nimztirîn germahî (°C)−16,4−15,3−9,00,68,012,114,512,57,20,8−5,4−12,3Ø−0,2
Barîn (mm)332727373770686852484437Σ548
Saetên bi tavik (st/r)1,63,24,86,89,19,89,48,25,32,71,41,1Ø5,3
Rojên bi baran (r)1087768989111010Σ103
Hêwîtî (%)848281726065687175808684Ø75,6
G
e
r
m
a
h
î
−9,0
−16,4
−8,1
−15,3
−1,5
−9,0
9,1
0,6
18,7
8,0
23,0
12,1
24,7
14,5
23,0
12,5
16,1
7,2
6,6
0,8
−1,0
−5,4
6,1
−12,3
Rêb.Reş.Ada.Avr.Gul.Pûş.Tîr.Gel.Rez.Kew.Ser.Ber.
B
a
r
î
n
33
27
27
37
37
70
68
68
52
48
44
37
 Rêb.Reş.Ada.Avr.Gul.Pûş.Tîr.Gel.Rez.Kew.Ser.Ber.


Çavkanî: wetterkontor.de

Çavkanî

Girêdanên derve