Bitcoin

Krîptopareyê nenavendî

Bitcoin (nîşan: ₿, kurtkirin: BTC) diravek elektronîkî ye ku bi ti bankên navendî an jî sazûmana hikûmetê ve ne girêdayî ye. Ew dikare piştî bêhnokê li 100 mîlyonî were dabeşkirin. 0,00000001 BTC, 1 satoshi ye.

Bitcoin

Logoya Bitcoin
DewletEl Salvador, Komara Afrîkaya Navend Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 3 kanûna paşîn 2009 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê3 kanûna paşîn 2009 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jê çêbûyî
  • Litecoin
  • Peercoin
  • Bitcoin Cash
  • Bitcoin Gold
  • Bitcoin Private Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • bitcoin blockchain
  • bitcoin protocol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperbitcoin.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dîrok

Wekî hemî tekolojiyên şoreşgerî, çavkaniyên ku pêşeng û afirînerê bitcoin di gotara xwe de behs kirine, hene. B-Cash ji Wei Dai, BitGold ji Nick Szabo û Digicash ji David Chaum guhertoyên herî prîmîtîv in û ji aliyê dewletan hatiye astengikirin. Ji ber ku ev ezmûnên nerind neyên pêşiya Satoshi Nakamoto (ê ku Bitcoin çêkiriye), wî nasnameya xwe veşartiye.

Tora Bitcoin di 3ê çile ya 2009an de hate destpêkirin. Nivîskarê gotarê Satoshi Nakamoto ye û nayê zanîn ku ew kî ye. Di kodê de hatiye diyarkirin ku jimara herî zêde ya bitcoin 21 milyon e. Transfera pêşî ya bitcoin di navbera şîfrekar Hal Finney û Satoshi Nakamato de hate pê, Hal Finney ji bo pêşveçûna Bitcoin, alîkariya Satoshi Nakamato dikir. Cara pêşî 22ê gulana 2010an de pîzayek bî 10000 BTC hate kirîn.

Di 22ê temûza 2013an de, bihayê tevahî ya Bitcoin 1,2 milyar dolar bû[1]. Ev biha di 13ê nîsana 2021an de 1.12 trilyon dolar e. Hejmara tevahî ya bitcoin a ku niha hatiye hilberandin gihîştiye asta 18,677,306 BTC[2].

Teknolojî

Teknolojiya Bitcoin li ser P2P transfer (transfera di neqeba 2 kompîtera), SHA256, zincîra blokan (blockchain) hatiye damezirandin. Transfera ku di navbera 2 adresan de pêk tê, di blokan de tên qeydkirin. Di her blokî de, nirxa hash ya bloka berî wê blokê, cîh digire. Bî vî awayî, zincîra blokan tê çêkirin û hemû transfer tên qeydkirin.

Navê bloka yekem ya sîstemê "bloka genesis" e û di 4ê çileya 2009an de hate hilberandin. Hilberîner bi saya komputera van transfera qeydî blockchainê dikin û ji bo vî karî Bitcoin hildidin. Dî serî de ev xelat 50 BTC bû û her diçe hindik dibe. Nêzîkî çar sala carê ev xelat nîvî dibe [3]. Di sala 2021an de ev xelat 6.25 BTC ye.

Aborî

Bitcoin li hin welatan wekî amûrek dirav û veberhênanê tê bikaranîn. Ji ber ku ew dikarin wekî dirav werin bikaranîn, bihayê Bitcoin heye. Hin fonên aborî (ji ber ku her diçe bihayê BTC zêde dibe) bi Bitcoin ra eleqedar dibin. Bihayê Bitcoin, di encama dabîn û daxwazê derdikeve hole. Her ku daxwaz zêde dibe, bihayê wê zêde dibe.

Daxuyaniyên derheqê têkçuna Bitcoin

Gelek caran nuçeyên di derheqa têkçuna Bitcoin derketin[4]. Di destpêka 2015an de, rojnamevanek 29 nûçe ragihand ku Bitcoin xilas dibe[4].₿Kovara Forbes di hezîrana 2011an de dawiya bitcoin ragihand, dû re kovara Gizmodo ya Awistralyadi tebaxa 2011an de ev yek şopand[5]. Kovara Wired di Kanûna 2012an de "nuçeya qediya" ragihand[6]. Girêdanan biguherîne Kovara Ouishare di gulana 2013an de nûçeya "lîstik qediya ye, bitcoin"[7]. New York Magazine ê di hezîrana 2013an de nuçeya "Bitcoin li ser riya gorê" weşand[8]. Reuters di çile 2014an de "rehmet" ragihand[9]. Street Insider ragihand ku di sibata 2014 de bitcoin "mirî ye"[10]. The Weekly Standard adar 2014[11], Salon adar 2014[12], Vice News adar 2014[13], Financial Times di îlona 2014an de nûçeyên li ser "dawiya bitcoin" weşand [14]. Di çile 2015 de, USA Today ji bo bitcoin nuçeya "çû" weşand [15] û Telgraf ragihand ku "ezmûna bitcoin qediya" [16]. Mike Hearn, pêşvebirê berê yê bitcoin, di çile ya 2016 de ji bo bitcoin ragihand û got "projeyek serneketî ye"[17].

Bikaranîna giştî

Hin aborîzan di derbarê bitcoin de erênî ne, lê hinek din bi guman in.

Hejmara bazirganên ku di sala 2015an de bitcoin qebûl dikirin 100,000 derbas kiribû[18]. Hin şîrket jî diravdanên/peredanên bi bitcoin qebûl dikin.

Li gorî lêkolînek ku 2017an de ji hêla Zanîngeha Cambridge ve hatî çêkirin, di navbera 2.9 mîlyon û 8 mîlyon bikarhêner xwedan cûzdanên dirav ên dîjîtal in. Pereyê dîjîtal ê herî zêde tê bikar anîn bitcoin e. Hejmara bikarhênerên çalak ji 2013an û vir ve pir zêde bûye.

Hin Arjentîniyan Bitcoin kirîn da ku li hember enflasyona mezin xwe biparêzin. Di dema qeyrana darayî ya li Kîprosê di 2012-2013 de, kirînên bitcoin (ji ber fikarên ku dê hesabên wan werin desteserkirin an jî backirin) zêde bûn.

Fêdeke Bitcoinê ew e bê yek karê pera di neqeba hemû welatan arzan bişiyîne, ev jî sebebeke ku li El Salvador bû yek ji perê welat e. Ji ber ku gelek xelk pera ji welatên dî dişiyandin û biha bû.

Rewşa hiqûqî, bac û rêzikname

Rewşa hiqûqî ya Bitcoin welat bi welat cuda dibe. ji bo gelekan rewş ne zelale. Hin welat destûrê didin karanîna wê, hinekan jî ew qedexe kirine. Bi heman awayî, saziyên cuda yên hikûmetê, yekîneyan, û dadgehan bitcoin cuda cuda dabeş kirine. Qanûn û qedexeyên ku ji Bitcoin re derbas dibin di heman demê de li ser diravên elektronîkî yên wekhev jî derbasdar in[19].

Hin welatên ku Bitcoin lê hatiye qedexekirin Bengladeş[20], Bolîvya[21] û Ekuador in.

Li El Salvador di sala 2021 Bitcoin bû yek ji perê welat (ya dî dolar e) û karê li her deverî werê şuxilandin.[22]

Fîlm

"The Rise and Rise of Bitcoin" (2014) belgefîlme ke li ser bi kesên wekî bernamesazên komputer û bazirganên narkotîkê yên bitcoin bikar tînin e.

Galerî

Şemaya pêvajoyê
Sal û hejmara bitcoinan

Çavkanî