Klorîn

Klorîn (bi inglîzî: chlorine, ji bi yewnaniya kevn: χλωρός, lat. xlōrós "kesk") elementeke kîmyewî ye ku kurtebêjeya wê Cl ye. Nimroya wê ya atomî 17  e. Giraniya wê ya atomî jî 35.45 e. Ew yek ji elementên stûna 7em a tabloya periyodîk e ku wek halojeniyan jî tê nasîn. Klorîn li serzemînê weke elementekê nayê dîtin. 

KewkurdKlorîn → Argon
F

Cl

Br
Bi tevayî
Nav, direfş, nimreKlorîn, Cl, 17
Kom, vedor, blok17, 3, p
CureHalojen
Tîrbûn1.5625[1] g/cm3 (0 C)
Agahî
Giraniya atomê35.45 u[2]
Nîveşkêla atomê100 pm
Nîveşkêla kovalansê99 pm
Nîveşkêla Van der Waalsê175 pm
Rêzbûna elektronan[Ne] 3s2 3p5
Rewşa di germiya odê degaz
Xala helînê171,6 K (-101,5 °C)
Xala kelînê239,11 K (-34,04 °C)
Derenceya bilindbûnê+1, -1, 3, 5, 7
Elektronegatîfî3,16 (Pauling-Skala)
Tevdîr girtin
Nîşanên xeterê
Ev tişt pir jehrî ye
Ev tişt
pir jehrî ye
(T+)

Gewşînên wê

Gêwşînên fîzîkî

Klorîn gazeke pir zivêrker e û rengê wê jî zerê keskoyî ye. Ew wekî sodyûm hîpoklorîd xwediyê bêhneke giran e. Di heman katî de jî ew jehredar e. Ew wexta ku bê sarkirin, kare bibe şile. Ew ji hewayê girantir e.

Gewşînên kîmyewî

Klorîn têr baş reaktîf e. Ew ji brom reaktîftir û ji fluor kêm reaktîftir e. Ew bi gelek tişt re kare bikeve reaksiyonê.

Bikaranîna wê

Klorîn wek dezenfektan û gewrkera avê tê bikaranîn. Ji bilî van, ew di hilberandina gelek pêkhatiyên girîng ên wekî karbon tetraklorîd(CCl4) û kloroform(CHCl3) de tê bikaranîn. Di heman katî de jî di cengin de wek gaza jehredar dihatin bikaranîn.

Dîroka wê

Klorîn di sala 1774an de, ji aliyê Carl Wilhelm Scheele ve hatiye dîtin.[3] Belam Wilhelm ev tiştê ku dîtîbû, nizanibû ku elementeke nû ye. Paşî di sala 1810an de ji aliyê Humphry Davy ve navê Klorînê hate dayîn.

Çavkanî