Tirkmenistan

Tirkmenistan (bi tirkmenî: Türkmenistan), welatekî li navenda Asyayê û Xorasanê ye ku li bakurê rojava ve bi Qazaxistan, li bakur bi Ûzbêkistan, li başûrş rojhilat bi Efxanistan, li başûr bi Îran û li rojava bi Deryaya Qezwînê re sinor e.[1] Paytext welêt bajarê Aşgabad e ku bi nifûsa a 6.5 milyon kesan bajarê herî mezinê welêt e.[2] Tirkmenistan li gorî nifûsê yek ji welatê herî biçûkên ji welatên navendî ya Asyayê ye.[3]

Türkmenistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tirkmenistan
Türkmenistan Respublikasi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: National anthem of Turkmenistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tirkmenistan li ser nexşeyê
Map
Paytext
39°Bk, 60°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî komar, pergala serokatiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Serdar Berdimuhamedow (2022–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr
Avakirin
 •  Dema avakirinê 27 çiriya pêşîn 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 491.210 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 6.117.933 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • right Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +993
Malper
http://www.turkmenistan.gov.tm/, http://www.turkmenistan.gov.tm/_eng/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Etîmolojî

Navê Tirkmenistanê (bi tirkmenî: Türkmenistan) dikare bibe du beş: etnonîm „Türkmen“ û paşgira farisî - „stan“ bi wateya "cihê" an "welat" e.[4]

Dîrok

Dîroka Tirkmenistanê ku ji hêla dîrokî ve ji gelên hind û îranî lê dijîn, dîroka nivîskî ya Tirkmenistanê bi tevlêbûna wê ji hêla Împeratoriya Hexamenişî ya Îran a Kevnar ve dest pê dike. Paşê, di sedsala 8an a PZ de, eşîrên Oxûzî ên tirkîaxêv ji Mongolya derbasî Asyaya navendî a îroyîn bûn. Beşek ji tevlîbûna bi hêz a eşîran, van Oxûzî bingeha etnîkî ya nifûsa Tirkmen a nûjen pêk anîn. Di sedsala 10an de navê "Tirkmen" cara pêşî li komên Oxûz ên ku Îslamê qebûl kirin û dest bi dagirkirina Tirkmenîstana îroyîn kirin.[5]

Wextê selcûqî

 Gotara bingehîn: Selcûqî

Selcûqiyan navê xwe ji Selcûq Xan (dor 1000), yê ku ji Oxuzanmila Kinikan bû, di sedsala 9an de li rojhelata Gola Aral (îroj Qazaxistan, Ûzbêkistan) dijî bû, girtî bû.[6] Selcûq Xan ji pê bavê xwe Dukak Xan mir re bû kargerê Oxûzan. Di 985an de Selçûq Xan bi Xanêdana xwe ve derbaza ola Îslam bû. Selcûq Xan cara pêşin di bin kargeran Qaraxanan de bû. Çar lawên Selçûq Xan Mikaîl, Îsraîl, Mûsa û Yûnûs hê bûn.[7]

Di bin serdariya lawên Mîkaîl, Tûxrûl Beg (1038–1063) û Çaxri (1038–1060) de, Selcûqî di 1030an de ji Xorasan derketin û di 1040an de Cenga Dandanakan de Gaznawiyan bin xistin. Ji pê Tûxrûl Beg û Çaxrî Beg re dewleta Selcûqiyan bû du paran. Tûxrûl Beg rojavaya Keyîtî ji Îsfehan de, Çaxrî Beg jî ji Merw de rojhelata Keyîtî karger kir. Tûxrûl beg keyîtiya xwe li îran û îraqê fireh kir. Ji pê Bûyîdan hilwaşiyan re wî bandora xwe li ser Ebasîyan ra kir.[8]

Wextê Sovyetê

Komara Tirkmenistanê ya Sovyet û Sosyalîst (Түркменистан Совет Социалистик Республикасы, Türkmenistan Sowet Sotsialistik Respublikasy; bi rûsî: Туркменская Советская Социалистическая Республика, Turkmenskaya Sovetskaya Sotsialisticheskaya Respublika), yek ji komarên damezrîner ên Yekîtiya Sovyetê ku li Asyaya Navîn e, ji sala 1925 heya 1991an wek komarê hebû. Destpêkê, di 7ê Tebax 1921ê de, ew wek Herêma Tirkmenî ya ASSR ya Tirkmenistanê hate damezrandin berî ku were çêkirin, di 13 Gulan 1925 de.[9]

Serxwebûn

Di referandûma serxwebûnê ya yekê Adar 1991ê de, %99,8 dengdêran xwe dan ku di Yekîtiya Sovyetê de bimînin. Di sala 1991’an de bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê re, Tirkmenistan di 27ê cotmehê de bû welatekî serbixwe. Di referandûma duyemîn de ji sedî 94 erêkirina serxwebûnê derketibû.[10]

Demografîk

Serjimara dawî ya ku hat weşandin di sala 1995 de hat kirin. Encamên her serjimartinê ji wê demê ve veşartî ne. Hêjmarên berdest nîşan didin ku piraniya welatiyên Tirkmenistanê Tirkmenên etnîkî ne û hindikahiyên mezin ji Ûzbêk û Rûs in. Kêmneteweyên biçûk ji Qazax, Teter, Ûkraynî, Kurd (ji çiyayên Kopêt Dagê ne), Ermenî, Azerî, Belûç û Peştûn hene. Rêjeya rûsên etnîkî li Turkmenistanê ji %18,6 di 1939 de daket %9,5 di 1989 de. CIA World Factbook pêkhateya etnîkî ya Tirkmenistanê di sala 2003 de wekî %85 Tirkmen, 5% Ûzbêk, 4% Rûs û 6% din texmîn kir.[11]

Bajarên ya têr mezin li Tirkmenistanê

listeya bajarên Tirkmenistanê:

HejmarNavParêzgehNîfûs
Ashgabat

Türkmenabat

1AşgabatPaytext947,221Daşoguz
2TürkmenabatLebap279,765
3DaşoguzDaşoguz245,872
4MaryMary126,141
5SerdarBalkan93,692
6BaýramalyMary91,713
7BalkanabatBalkan90,149
8TejenAhal79,324
9TürkmenbaşyBalkan73,803
10MagdanlyLebap68,133

Zimanan

Belavbûna zimanê tirkmenî li Asyaya Navendî de.

Li Tirkmenistanê piranîya kesên xwe bi zimanê tirkmenî diaxivin wekî parçekî ji zimanên tirknijad e.[12] Tirkmenî li gorî peşbîniyan ji 1.2 mîlyon kes li Îranê[13] û 1 mîlyon kes li Efxanistanê[14] teyê axivtin.

Di başûre paytexte Aşgabatê çando Gund henê ku xelk bi Zimanê kurdî ya zaravayê kurmancî deng dikin.

Galerî

Çavkanî

Girêdanên derve