Ubuntu

Pergala xebitandina xebatê ya based-based

Ubuntu reşaneyeke (dîstrîbusyoneke) Linuxê ye. Ubuntu bi sponsoriya şîrketa Canonical Ltd (Xwediyê wê Mark Shuttleworth e) ve tê birêxistin. Portala wergerandinê Rosetta jî girêdayî wê ye.

Ubuntu 16.10

Ubuntu bi GNOME dimeşe, lê guhertoyên Ubuntu ji bo KDE (Kubuntu) û XFCE (Xubuntu) jî hene.

Ubuntu bi zimanê zûlû yê Afrîkaya Başûr tê wateya “ez, ji ber ku tu tu yî, ez im”. Sazkirina Ubuntuyê gelekî hêsan e. Ubuntu Debianê ji xwe re wekî bingeh distîne û xebatên wê ji aliyê Canonical Ltd. ve tên meşandin. Ubuntu, ji her 6 mehan carekê guhertoyeke nû derdixe û 18 mehan piştgiriyê dide guhertoyan.

Ubuntu, bi sazbûna xwe ya hêsan, ji SuSe Linux, Mandrake Linux û Fedora Coreyê çêtir tê hesibandin. (Sazkirina wê tenê tikandina “enter”ê ye.)

Piştî sazkirinê heke ji malpera http://www.ubuntuguide.org'ê bête şopandin; hemû bernameyên ku bi bingeha Javayê dixebitin, taybetiyên Mozilla Firefoxê yên wekî temaşekirina videoyên bi codec'ên Windows Media Player, bernameyên p2p yên wekî limewire û emule dê peyda bibin.

Guhertoya Ubuntuyê ya 6.06 (Dapper) bi Gnome 2.14 û OpenOfficeyê 2.0.2 tê. Taybetiyeke din a Ubuntuyê ew e ku Ubuntu ji bo kamerayên digital automount bi kar tîne û piraniya kamerayên digital dema ku bi komputerê ve bên girêdan, li ser masê dîska xwe didin nîşandan û ji bo xebatê amade ne.

Ji ber ku Ubuntu, hemû taybetiyên Microsoft Windowsê (yên baş) li dû sazkirineke ku 20-30 deqîqe dem digire, tîne ber destan, di demeke kin de kete nava Linux'ên herî navdar.

Ji ber ku Ubuntu wekî pergala pakêtan APT’eya (Advanced Package Tool) Debianê bi kar tîne, piştî firehkirina repertuarê ji bo bikaranîna nêzî 150 hezar bernameyan destûrê dide. Ji malpera Ubuntuyê ya fermî CD'yên sazkirinê (install) û CD'yên zindî (live) bê pere û bê sînor tên belavkirin û heta ber deriyê mirov ji mirov re tên şandin.

Kurdîkirina Ubuntuyê

Ubuntu Linux/GNU ji aliyê Koma Pc Kurdê ve tê wergerandin.

Ji bo kurdan girîngiya Ubuntu

Ji bo kurdan heta niha ji %100 Pergaleke Xebatê bi kurdî nîn e. Cara yekem Ubuntu 6.06 zimanê kurdî li xiste nav lîsteya xwe. Ji ber ku tê zanîn piraniya kurdan Windowsê bi kar tînin û taybetiyên baş ên Windowsê li ser Ubuntu jî hene, ev taybetî ji bo kurdan gelekî girîng e.

Saziyên kurdan ên ku kar û barê weşana kurdî dikin bi Ubuntuyê hêsaniya karê xwe gelekî pêşde dixin. Ji ber ku bi riya Ubuntu OpenOffice.Org jî tê. Bernameyên nivîsê, yên hesab, yên xêzkirinê û gelek ên din li ser Ubuntu hem bi kurdî ne, hem jî kontrola rastnivîsa kurdî dike.

Guherto

Ubuntu ji her 6 mehan carekê guhertoyekê derdixe. Hejmara guhertoyê li gor sal û meha weşanê ye. Mînak Ubuntu 4.10 di sala 2004 meha 10an de hatiye pêşkêşkirin.

GuhertoDîroka derxistinêNavê kod
4.1020ê çiriya pêşîn a 2004anWarty Warthog
5.048ê nîsana 2005anHoary Hedgehog
5.1013ê çiriya pêşîn a 2005anBreezy Badger
6.061ê hezîrana 2006anDapper Drake
6.1026ê çiriya pêşîn a 2006anEdgy Eft
7.0419ê nîsana 2007anFeisty Fawn
7.1018ê çiriya pêşîn a 2007anGutsy Gibbon
8.0424ê nîsana 2008anHardy Heron
8.1030ê çiriya pêşîn a 2008anIntrepid Ibex
9.0423ê nîsana 2009anJaunty Jackalope
9.1029ê çiriya pêşîn a 2009anKarmic Koala
10.04 LTS29ê nîsana 2010anLucid Lynx
10.1010ê çiriya pêşîn a 2010anMaverick Meerkat
11.0428ê nîsana 2011anNatty Narwhal
11.1013ê çiriya pêşîn a 2011anOneiric Ocelot
12.04 LTS26ê nîsana 2012anPrecise Pangolin
12.1018ê çiriya pêşîn a 2012anQuantal Quetzal
13.0425ê nîsana 2013anRaring Ringtail
13.1017ê çiriya pêşîn a 2013anSaucy Salamander
14.04 LTS17ê nîsana 2014anTrusty Tahr
14.1023ê çiriya pêşîn a 2014anUtopic Unicorn
15.0423ê nîsana 2015anVivid Vervet
15.1022ê çiriya pêşîn a 2015anWily Werewolf
16.0421ê nîsana 2016anXenial Xerus
16.1013ê çiriya pêşîn a 2016anYakkety Yak

Screenshots

Binguherto

Hinek binguhertoyên Ubuntu hene ku vê felsefeyê diparêzin lê li gor daxwazên bikarhêneran hatine amadekikirin. Hin ji van ninguhertoyan,

Her wisa hinek binguhertoyên ne fermî yên ubuntu jî hene...

  • nUbuntu, bi amûrên ewlekariyê hatiye pêçan
  • Ubuntu Lite Girêdana arşîvê 2006-11-15 li ser Wayback Machine, ji bo komputerên lawaz hatiye amadekirin
  • zUbuntu, ji bo makîneyên IBM zSeries hatiye amadekirin
  • Ebuntu, Enlightenment 0.17 rêveberê paceyê bi kar tîne
  • Google Tê gotin ku fîrmaya google bi navê Goobuntu amade kiriye. Li gor daxuyaniyên google ev binguherto ji bo armanceke wan a ku vê binguhertoyê derxin ji dervê şîrketê nîn e.[1][2]

Çavkanî

Girêdanên derve